|
Emiro beyanî katjimer 11 le holî kombûne baregah Fermandeya Pêþmerge Zêrevanî kombûnek hawbeþ staf jimêryarî û îdare supakan ser be fermandeyîman le gel berêz emîd Xazî Salih berpirsî beþî jimêriyarî fermandeyîman bestira. Lem kobûneweyeda bas le çoniyetî berêweçûnî îþ û karekanî îyadey tanzîm le Fermandeya Zêrevanî kira ke îyadey tanzîm le ser emrî berêz cenabî serok Mesud Barzanî bû, ke beþî jimêriyarî û îdare mawey çend mangêk xerîkî bûn û be hewill û koþþêkî þew û rojane be encamiyan geyand. |
|
|
Fermandê Fermanda Pêþmergê Zerevanî civînek li gel Ereb, Asurî, Keldanî, Suryanî, Êzîdî, Tirkman û Þebekan li herêma Nergizyê pêk îna û paþan jî seredana Betalyona 2 girêdayî Fermanda Pêþmergê Zerevanî kir. Li dîv biryara Hikumeta Herêma Kurdistanê, bi armanca asayîþ û aramîyê kismek pêþmergeyên girêdayî Pêþmergeyên Zerevanî li bajare Musilê hate bi cîh kirin. Devera Hay Qahîre berî nuke bi caran beramberî hêrîþên tîrorîstî mabû. Ne leþkerê Emrîka ne jî Leþkerê Iraqa Nû ne þîyabû li vê deverê aramîyê pêk bînît. Piþtî ku hêzên Pêþmergeyên Zerevanî li vir hatin bi cîh kirin êdî asayîþ heye û jîyan bi rengekî normal berdewame. |
|
|
Îro li demjimêr 11:30 î berî nîvro rêkeftî 23.8.2006 ê hunermenda Kurd ya binav û deng Gulistan Perwer di gel kurê xwe Serxwebun û çend kesên di gelda seredana Fermandeya Pêþmergê Zêrevanî kir û ji layê Fermandê Fermandeya Pêþmergê Zêrevanî Lîwa Ezîz Weysî û cêgirê Fermandey Lîwa Dilþad ve hatine pêþwazî kirin. Di seredana xweda hunermenda Kurd Gulistan Perwer rolê Pêþmergey di biwarê parastin û seqamgîr kirina Kurdistan ê da bilind nirxand û got ku ew wek hunermendeka Kurd ku bi salan stiran gotîne, herdem Pêþmerge bûye mijara serekî ya stiranên wê. |
|
|
Evro demjimêr yêkî piþtî nîvro wefdekê hevpiþk ji leþkirê Emrîkî û Iraqî ku pêkhatibu ji raîd Stone berpirsê meþqa leþkirê Emrîkî li Mexmur û muqaddim Hogir Selahaddîn Fermandê Batalyona (3) ya leþkirê Iraqî (ING) li Mexmur, seredana Fermandeya Pêþmergê Zêrevanî kir û ji layê general Ezîz Weysî Fermandê Fermandeya Pêþimergê Zêrevanî ve hatine pêþiwazîkirin. Di runiþtinê da behsê rewþa emnî li Iraqê bi giþtî û li Kurdistanê bi taybetî hate kirin. Herwesa di vê kumbunê da wefdê Emrîkî dûbare rolê Pêþmergê Kurdistanê di parastina emniyetê da bilind nirxand. |
|
|
Duhî nivîskar û rojnamevan ê Frensî yê navdar "Chris Kocher" li gel xêzana xo ya wênegir, seredana baregayê Fermandeya Peþmergê Zêrevanî ya Kurdistan kir. Rojnamevan "Chris Kocher" û xêzana wî ji layê Fermandê Fermandeya Peþmergê Zêrevanî General "Ezîz Weysî" û "Emîd Xazî Salih" endamê Fermandeya Peþmergê Zêrevanî û berpirsê hisabata hatine pêþwazî kirin. "Chris Kocher" ku wek êk ji dustên kevin yên miletê Kurd dihête nîyasîn, di seredana xweda 45 salîya þoreþa îlona mezin li hemî gelê Kurd pîroz kir û berdewamîya serkeftinê bo xwest.
|
|
|
Dewra perwerdêya kompîterê ya ku sazîya NGO ya Elmanî AGEF ê li Hewlerê bi rêvedibir bi dumahîk hat.
Þagirtên perwerdeya kompîterê ku di navbera 05-05/22-06-2006 ê hate bi rêvebirin, duhî bi rewresmekê ku li navenda AGEF ê li Hewlerê dîplomayên xwe girtin. Perwerdeya kompîterê gavek ji gavên Fermandeya Zerevanî ji bo perwerdeya pêþmergeya hatibû amadekirin. Dîplomayên þagirtan ji layê endamê Fermandeya Zerevanî Lîwa Dilþad Necîp, Aqîd Hisên Mistefa û rêvebira AGEF li Hewlerê Brîjîta Johnson hatin belavkirin. |
|
|
Rewresma ku nêzîkî seatekî berdewam kir, bi rawestina 1 deqîqeyî bo giyanî þehîdan dest pêkir. Piþt re siruda netewî "Ey Reqîb" hate xwendin û di bin çavdêriya efser û piledarên leþkerî û siyasî de, rewresma xwepêþandana peþmergeyan pêkhat. Fermandê fermandeya Pêþmergên Zerevanî General Azîz Weysi di axaftina xwe de wusa got: "Ev cure vekirina xolan, ne cara yekem e û ne jî dibe cara dûmahîkê. Bo zêdetir pêþxistina leþkerên Kurdistanê, wekî cenabê Serokê Kurdistanê û Serokê Hikumeta Kurdistanê emir dikeyn, ko pêþmerge pêwîst e þayîsteyî navê xo bîtin û çawa di qehremantî û mêranî û xoragiriyê da çi nîmunên xo di tarîxê da nînin, wusa jî di layê akademîbûn û rêkxistin, fêrbûn, pêþxistina huner û teknîkên þer da di dinyayê da pêwîst e nîmunên yekemîn bîtin û pêþ hemî sîstemên dinyayê da bîtin." |
|
|
Di quwînaxa kolana binyata kargeheka hesinî ya ku bi harîkarîya Hikûmete Herêma Kurdistanê tête çêkirin, li navçe Xazne û Lacan ku dikevîte rojavaya Hewlerê, cebilxaneka dema Seddamî hate dîtin. Li ser vê yekê rêveberê karî daxwaza harîkarîyê ji hêzê Pêþmergeyê Zêrevanî ya Kurdistan kir.
Tîmek ji fermandeya giþtî ya Pêþmergê Zêrevanî ya Kurdistan ku çend pisporên teqemenî jî di navda bû, çûne cihê rûwîdanê û dest bi kar kirin. |
|
|

Li kurdistanê gelek çand û gelên corbecor pêk ve dijîn. Hikumeta fîdrala herêma kurdistanê ji bo parastin û bi hêzkirina wan çandan dest bi xebatê kiriye. Û bi vî çendê ji bo gerentî kirina mafên êzîdî, aþûrî, kildanî, tirkman û kemenetêwen û girubên dî yên ayînî hewl didet. Hêja Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Hýkumeta Kurdistanê ji bo berdewamîya vî xebatî daxwazeka taybet ji Ceneral Ezîz Weysî Fermandê Fermanda Pêþmergên Zîrevanî kir. Ceneral Ezîz Weysî û þandeka pê re çûn Bertîlla li gel pêþhatên civaka krîstîyan û bi nûnerên ayînî re rûniþtin. |
|
|
Ji ber salvegera bîstûþeþemîn ya koça dawî ya Mele Mistefa Barzanî yê Nemir, seredanên þexsiyet û avahiyên Kurd û navnetewî li devera Barzan berdewam dikin. Di vê bihara sala 2007'an de, devera Barzan carekî din bû ziyaretgeha mirov, sazî û civakên curbecur. Ne tenê Kurd, þexsiyet û saziyên Ereb, Turkman, Krîstiyan, Kildanî, Aþurî, Yezîdî, civak û kêmnetewên din, bi þandên hejmarên bilind, qefle bi qefle têne devera Barzan û rûmetdariyên xwe pêþkêþî hebûna manewî ya nemir Mele Mistefa Barzanî dikin. |
|
|
Werger ji Rûsî: Dr.Ekrem Önen/ "Li Moskowayê di sala 2006 a de ”Rasîskaya Gazeta” pirtûka Yevgenî Prîmakov a bi navê, ”Konfîdîtsîal (dizî) Rojhilata Navîn eþkere û dizî. (Nivê qirnê XX û destpêka qirnê XXI)”çap kir..Ew qismê li ser pirsa Kurdî di pirtûkê de, behsa hevditinên xwe bi Mustefa Barzanî re, bi serokatîya Kurd a we demê re, tekilîyên Kurdan ên hundir û derve, tekiliyen Kurda bi Iraqe re û pirsa kerkûkê, ew qismê li ser pirsa Kurda ji bo ku ji alî Kurda bê zanîn min ev ji zimanê Rusî vergerand kurdî hevîdarim we balkêþ be ji bo xwendevanan.." |
|
|
<< Destpêk < Paşve 1 2 3 4 5 6 Pêşve > Dawî >>
|
| Encam 45 - 55 ji 59 |