logo3.jpg
Menu
Destpêk
Destpêk
Daxuyanî
Nûçe
Nivîs û berhem
Hevpeyvîn
Peywendî
Album
Arþîv
Danasîn
ZANIST
Albuma Zêrevanî

Zerevani
Zerevani

Zerevani
Zerevani

Zerevani
Zerevani

Zerevani
Zerevani

Zerevani
Zerevani
Hevpeyvîn

zerevaniHunermenda Kurd ya bi nav û deng Gulistan Perwer li gel kure xwe Serxwebun...

Generalê Kurd: Em ne tehdîd û ne jî noxteya zeîf in

Em wek malpera Zerevani hevpeyvîna li gel General Ezîz Weysî Fermande Fermandeya Pêþmergê Zêrevanî ya Kurdistanê ku di malpera NETKURD da hatiye weþandin be...

Babetên balkêþ

Evro li Hemdaniya ser bi bajêrê Musilê karwana pasên xwendevanên zankoyê tûþî mîneke têrorîstan bûn. Di encama teqînê de xwendevanek jiyana xwe ji...

Rêkevtî 07-03-2010 li Îraqa Fîdral helbijartina parlemenê bi beþdariya 12.575.000 dengdêran encam da. Di...

Daxuyanî

Mektebî sîyasî ya PDK be rêgay dezgakanî rageyandin rolî Pêþmergey Zêrevanî Kurdistan le befriyakewtinî mal û xêzane ziyan dîdekanî lafawî heynî berz denirxênê û spasî arestey pêþmergeyan kird ke rolî berçawyan gêra, lew rûdaweda û behanay mal û mindal û xêzanekanewe :hatin, emeþ deqî...

Nivîs û berhem

zerevaniWerziþ layenêke ke behoy ewe mîletan be cîhan denasrên cige le wey her mîletêk werziþwanî zor bêt komelgayekî tendirustî...

zerevaniMêjûyekî dûr û dirêje neteweyek xewn be geyiþtin be awat û amanc û mafe neteweyekaniyewe debînêt, mêjûyeke...

Arþîv
8 ê Adar Roja Afretên Cîhanê Pîroz Be PDF Çap bike E-name

8'ê adarê sîmbola destpêka þerê afretaye ku mafê xwe wergirin û bibine mifadar wek zelaman. Li 8'ê adara sala 1857' ê li Emrîka li bajêrê Newyork bi sedan afretên ku karê çêkirina cil û bergan dikirin, dest bi mangirtinê kirin ji ber egerên wergirtina kêm muçey, zêdebûna demê karî û mercên xirab yên cihê karî.

 

Paþan ji bo ku 8’ê adarê bibe roja afretên cîhanê, gelek rûdanên giring çêbûn û li ser vî bingehî li sala 1975’ê Netewên yekgirtî biryar da ku roja 8' ê adarê bibe roja afretên cîhanê.

 

Em diþên rûdanên ku li sala 1857’ê destpêkirîn û heta sala 1975’ê berdewam kirin û bûne egerê wê çendê ku 8’ê adarê bibe roja afretên cîhanê, bi vî awayî diyar bikin;

 

    Li sala 1857 Newyork: Afretan xwepêþandan kir li dijî wê çendê ku heroj 12 demjimêran kar dikin bi muçeyekê kêm. Ji layê polîsan ve hatine belavkirin.

    Li sala 1908 Newyork: 15 hezar afretan xwepêþandan kirin ji bo kêmkirina demjimêrên karî, muçeyên baþtir û mafê dengdanê. Her wesa daxweza mafê destûryê kirin bo afretên dûgiyan. Diruþimê wan "nan û gul" bû. Nan nîþana gerentiya jiyanê û gul jî nîþana jiyaneka baþ.

    Li sala 1909 bo cara yekem roja afretê li 28' ê þubatê hate pîrozkirin. Afretên Ewrupa jî li yekþembî ya dumahiyê li heyva þubatê wek roja afretan pîroz kirin.

    Li sala 1910 jineka elmanî ya sosyalîst bi navê Cilara Zetkîn, di enternasyonala sosyalîst ya afretan de pêþniyar kir ku roja afretên cîhanê hebe û ev pêþiniyare hate pesendkirin.

    Li sala 1911 bo cara yekem li 19 adarê li Nemsa, Danîmark, Elmaniya û Swîdê cejna afretan hate pîrozkirin. Bi sedan hezar jin û zelaman çalakiyên cuda dirustkirin. Di van çalakiyan de daxwaza dengdan, mafê helbijartin û berbijêriyê, bi destvehînana pîþeyan û mafê perwerdeya pîþeyan, kirin. Piþtî van çalakiyan bi dû heftiyan, li Triangel di rûdaneka agirberbûnê da 140 afretan jiyana xwe ji dest dan. Evê rûdanê guhartineka giringe li ser yasayên Emrîka kir.

 

Di têkoþîna mafê afretan da sala 1975’ê gelek ya giring bû û ev sale wek sala afretên navnetewî hate pîrozkirin.

Di têkoþîna mafê afretan da sala 1975’ê gelek ya giring bû û ev sale wek sala afretên navnetewî hate pîrozkirin. Di nav çalakiyên vê salê de Netewên yekgirtî roja 8' ê adarê wek cejna afretên cîhanî pesend kir.

 

Evroke astê pêþkeftina welatan, tenê bi pêþkeftina aboriyê nahête pîvan, mafên mirovan û bi taybet jî mafê jinan pîverê herî giringe. Cihê afretan di civakê de û ka digel zelaman xwedan heman mercên wekheviyêne yan ne, pîverê herî giringe bo pêþkeftinê. Mixabin, hijmareka mezin ya afretan mafên xwe nizanin û ji ber vê çendê jî neþên daxwaza mafên xwe bikin. Xala herî balkêþ jî ewe ku hindek afretên xwandevan jî di nav vê hijmarê de ne. Her çende bi giþtî di cîhanê de li van salên dumahiyê di mafên afretan de pêþkeftin hebin jî, lê hêj ev rastiye nehatiye guhartin. Di cîhanê de bi giþtî kesên hejar afretin. Her wesa di cîhanê de kesên bê perwerde dîsan piranî afretin. Evroke afret berawird digel zelaman % 25 -50 kêmtir ji zelaman muçey werdigirin.

 

Di rastî de cêwaziya regezî û bikarînana tundiyê li dijî afretan bûye rewþeka gerdunî. Evroke li welatên rojava, rojhelat û asyaya dûr bêyî cêwazî tundûtîjî li dijî afretan heye, afret beþekê kêm ji aramiya civakî werdigre û rû bi rû cêwaziyên hemecur dibe. Lê li dûv taybetmendiyên deveran astê tundûtîjyê yê cêwaze.

 

 

Demê em berê xwe didine Rojhelata navîn, em diþên bibêjîn ku þer, hejarî, hiþkebawerî û nejadperestî tundûtîjiyên li ser afretan hêj kûrtir dike. Em neþên bibêjîn afret li beramber vê rewþê serê xwe çemandiye, belku em diþên bibêjîn hêza berxwedaniya afretên Rojhelata navîn xurttire. Li Rojihelata navîn afret kêm mifayê ji aramiya civakî dibîne û li dam û dezgehên mîrî kêm cihî werdigre. Lê dîroka berxwedaniya afretan li Rojihelata navîn gelek ya kevne. Heger ev modêlên berxwedaniyê yên dîrokî bihêne rêkxistin li gel têkoþîna evro yên modêrn, dibe bizavên afretan yên guncaw ji welatên rojava kartêkertir bin.

 

Netewên yekgirtî heta sala 2015 dest bi helmeteka nû kir. Li dûv amarên li cîhanê yek ji sê (1/3) afretan toþî tundutîjiya leþî dibe û bêy rezamendiya wê toþî peywendiya siksî û destdirîjyên cuda dibin. Yek ji pênc afretan (1/5) tuþî hêriþa destdirêjiya siksî yan jî jiyanî dibin. Arîþeyên dî yên afretan; bazirganîkirin bi afretan, destdirêjiya siksî, sinetkirina afretan, kuþtina li ser namusê û dabûnerît û htd.

 

Li dûv helmeta Netewên yekgirtî, dihête pêþbînîkirin ku bi rêka biryarên rêveberên astê bilind rêk li pêþ tundûtîjiya li dijî afretan bihête girtin û ji nav biçe. Bo vê çendê jî pêdiviye raya giþtî li dûv van biryaran bizavê bike. Her wesa yek ji armancên serekî ewe ku divên îradeyeka siyasî bihête çêkirin û bi vê îradeyê hikumet, dezgehên navnetewî, netewên yekgirtî û kertê taybet hêj zêdetir alîkariyê bikin. Sikirtêrê giþtî yê netewên yekgirtî Ban Kî Mon bangewaziya giþt serkirdên cîhanê, afret û zelaman kir ku di welatên xwe de helmeta bi dumahînana tundûtîjî li dijî afretan bi rê ve bibin. Dihête hizirkirin ku zelam hêj pitir piþtevaniya vê helmetê bikin da ev helmete pitir karîger be.

 

Afretên Kurd Jî Ji Bo Azadiya Xwe Têkoþîneka Gelek Giring Kiriye

 

Wek afretên cîhanê, afretên kurd jî ji bo azadiya xwe têkoþîneka gelek giring kiriye. Bi taybet jî di têkoþîna azadiya netewî da afreta Kurd rolekê çalak gêraye. Hem di nav þerî de, hem jî li piþt sengeran renc û kedeka mezin daye. Bi giþtî di qunaxên berxwedaniya netewî de hem têkoþîna çekdarî, hem di serhildanan de, hem jî li zîndanan bi berxwedaniya xwe afreta kurd rolekê giring gêraye û bi vî awayî jî cihê xwe di nav civakî de biriye astekê bilind.

Melîka Sureya Bedirxan, ji bo afretên kurd bi vî awayê dibêje: "Kurdan bi sedan sala þer li dijî dagîrkeran kiriye û di van þeran de afretê mil bi milê zelamên xwe cih girtiye. Caran demê ku zelamên wan dihatine kuþtin, afretê cihê wî girtiye û leþkir bi rê ve biriye û bi þerefa xwe di nav meydana þerî de hatiye kuþtin... ".

 

 Di dîroka kurdan de gelek afret hene ku bi qehremaniya xwe bûne nimûne. Li salên 1853 -1856’ê di þerê "Kirim"‘ê de demê Împratoriya Osmanî ji nav diçe, afreteka kurd bi navê "Xanim Fata Reþ" ku seroka eþîretekê ye digel 300 þervanên xwe ji Meraþê dihête Stanbolê û digel sultanê Osmanyê Ebdulmecîdê yekem daxive, pabendî û piþtevaniya xwe bo wî diyar dike.

 

Her wesa di dijberiya dîktatoriya Sedam de jî, "Leyla Qasim "bûye nimûneya berxwedaniya afreta kurd, bi cisaret û berxwedaniya xwe, cihê xwe di nav dilê gel û afretên kurd de kiriye.

 

Têkoþîna ku di dîrokê de afreta kurd bi rê ve birînê di astekê biçûk de ye, ev têkoþîna wê jî di gelek waran de kartêkirin li ser pêþkeftina civakî kiriye. Di van 25 salên dumahiyê de, heger em berê xwe bidine civakê kurd, em dê bibînîn ku afreta kurd di hemû dezgehên civakî de wek perwerde, tendirustî, çandî û xebatên dî de hijmareka zêde bûne. Her wesa di astên bilind de jî afretê cihê xwe girtiye. Li Perlemenê Herêmê Kurdistan rêjeya perlemanterên afret gêhêþtiye  % 25 . Ev rêje her çende di helbijartinan de bi sîstemê " kota" pêk hatibe jî, lê dîsan ev çende xebata afret û astê azadiya civakê kurd nîþan dide.

 

Sereray hemû pêþkeftinan, di vî babetî de hêj arîþeyên gelek giring hene. Ew arîþeyên civakî yên li Kurdistanê hene wek paþmayên civakî–aborî, eþîretî, xwîndarî û namusê û htd, herî zêde kartêkirina nerênî li ser afretê dikin. Afret, li jêr fiþara tundûtîjiya di nav malbatê de, kuþtinên li ser namusê û dabûnerîtan de ye. Em diþên bibêjîn bi piranî di hemû deverên Kurdistanê de rêkxistinên afretan û senterên vehewandina afretan hene. Ev senterane ji bo ku afretan pêþbêxin û arîþeyên wan yên civakî û yasayî çareser bikin, xebatê dikin. Her çende ev dezgehane wek pêþkeftinên giring bihêne li qelemdan jî, lê em neþên bi giþtî bibêjîn xwe gehandîne giþt afretan û bûne hêza çareseriya arîþeyên wan. Pêdiviye afreta kurd ji bo bi destvehînana azadiya xwe hêj pitir xwe rêkbêxît, astê zanîna xwe berz bike da bi vî rengî biþên mafên xwe yên yasayî û rewa bi dest ve bînin.

 

Nivîsîngeha Ragehandina Zêrevanî–Duhok

 

10/3/2010

 

 
< Paşve   Pêşve >
Bottum