logo5.jpg
Menu
Destpêk
Destpêk
Daxuyanî
Nûçe
Nivîs û berhem
Hevpeyvîn
Peywendî
Album
Arþîv
Danasîn
ZANIST
Albuma Zêrevanî

Zerevani
Zerevani

Zerevani
Zerevani

Zerevani
Zerevani

Zerevani
Zerevani

Zerevani
Zerevani
Hevpeyvîn

 

zerevaniEm bûne mêvanê Serleþkerê Giþtî yê Pêþmergeyên Zêrevan General Ezîz Weysî Banî. Ew ji gundê Baniyê ye. Di 20...

Babetên balkêþ

Rêkevtî 07-03-2010 li Îraqa Fîdral helbijartina parlemenê bi beþdariya 12.575.000 dengdêran encam da. Di...

Serok Barzani: Nabê meseley pêþmerge têkellawî milmilanêy hizbayetî bikirî, pêþmerge mullkî hemû Kurdistane, mullkî hemû hizbekane, mullkî hemû xanewadeyekî Kurdistanîye.

Daxuyanî

zerevaniDi birêve çuna xola meþqa Þehîd Seîd Þêxe Numan li baregayê Fermandeya...

Nivîs û berhem

zerevaniWerger ji Rûsî: Dr.Ekrem Önen/ "Li Moskowayê di sala 2006 a de ”Rasîskaya Gazeta”...

Maria Fantappie

Arþîv
Heyva adarê: Giringtirîn Heyv Di Dîroka Gelê Kurd De PDF Çap bike E-name

Heyva adarê di dîroka gelê Kurd de xwedan cihekê pir giringe. Tê de çend rûdan û bûyerên diltezîn û xembar hebin jî, her wesa rojên berxwedan û þahiyan jî hene. Ev heyva ku tê de xalên giring yên dîroka gelê me veþartîne, Kurdistaniyên her çar parçeyan jî digehîne yek.

 

Cografya me bûye gorepana mezintirîn netewa bindest ku di cîhanê de tuþî dabeþkirin û parçebûnê bûye. Gelê wê cografyayê, ji sedsala bûrî û hêr ve, wek hemû gelên ku ji bo azadiya xwe têkoþînkirî, doza xwe ya pîroz bi rê ve biriye û di vê rêkê de gelek qurbaniyên mezin dane. Di dîrokê de berxwedan û qehremaniyên giranbuha kirîye, ji bo rastvekirina xewna Kurdistaneka serbixwe û azad bi cangorî û bêyî tirs li dijî neheqî û zordestiyê rabûye.

 

Di vê têkoþînê de tuþî tirajêdî û xemên giran bûye. Ev berxwedaniya kêm wêne ji bo pênaseya kurdê azad bûye nasnameyeka nû. Dîroka gelê me di nav qehremanî û xiyanetê de û bi destê nehezên kurd ve hatiye nivîsîn. Piþtî serhildan û berxwedana keç û kurên vî welatî, dîrokeka nûjen û serbilind bi destê kurên vê axê bi xwe hatiye qelemdan.

 

Gelê me di vê heyvê da hestên þîn û þahiyê pêk ve dijî.  

 

Di dîroka me de hindek qonax hene ku ji bo me hem miþt, azar û êþin, hem jî bextewerî û xweþîne. Ji van qonaxan jî ya herî giring heyva adarê ye. Heyva adarê bo me xwedan cihekê zor giringe. Di her adarekê de ew birîna me ya ku çi caran sax nabe, careka dî vedibe û xwîn jê dihêt. Ji layekê dî ve jî di vê heyvê de bi serkeftina serhildanan û ahengên newrozê dilê me geþ dibe û bi sîngekê fireh di her newrozekê de em bangawaziya hemû mirovatiyê dikin da ku di nav azadî û aþtiyê de bijîn.  

 

Ev heyva ku xwedan dû hestên nakokin, li ser vê cografiyayê berceste bûye. Ji layekê ve rojên xembar û diltezîn, ji layekê dî ve jî cejn û þahiyên mezin. Ji ber vê çendê me hewil da li ser xatira þehîdên vê axa pîroz, nêrînekê li ser vî babetî bikin û dastanên wan yên tijî qehremanî bînine bîra xwe.  

 

Demê em helsengandina vê qonaxa dîrokê dikin, caran em di hinavên xwe de bi êþ û janên sext dihejîn, caran jî pir pê dilxweþ dibîn ji ber ku em xwedan cejneka gerdûnîne ku navê wê newroze. Gelê me di vê heyvê da hestên þîn û þahiyê pêk ve dijî.

 

Saxletên wî yên herî berçav; xwedan dilekê nizm, wefadar û dilsozê doza azadiya gelê xwe, bû.

 

Heyva adarê ji bo me kurdan bi rûdaneka dilkovanî dest pê dike û her wesa rûdaneka dilkovanî jî bidumahî dihê.

 

1’ê adarê, roja wexera babê rohî yê netewa Kurd Barzaniyê nemire.

 

30’ê adarê jî, roja sêdaredana serokê yekem komara Kurd ya Muhabadê, Qazî Muhemed e.

 

Ji bo serokê nemir Barzaniyê mezin gelek tiþt hatîne gotin, nivîsîn û hêj jî dihêne gotin û nivîsîn. Saxletên wî yên herî berçav; xwedan dilekê nizm, wefadar û dilsozê doza azadiya gelê xwe, bû. Di rojeka wesa de pêdiviye jiyan û têkoþîna wî ya nimûneyî her dem li bîr bînîn û ev axa ku wî daye ber destê me, biparêzîn, xwedan lê derkevîn û geþ bikin.

 

Pêþewa Qazî Muhemed jî bi têkoþîna xwe ya buhagiran em fêrî tiþtekê giring kirin, ew jî ew bû ku xwe kire qurbanî da gelê xwe tûþî ziyaneka mezin neke, heta dumahîka jiyana xwe bû dilsozê doza xwe û ji gelê xwe daxwaz kir ku bi awayekê yekgirtî û pêk ve bizavê bikin.

 

6’ê adarê bo me diselmîne ku ji bilî gelê me û hêza me ya resen dost û hevalbendên me yên dilsoz nînin.

Ji layekê dî ve demê em berê xwe didine roja 6’ê adarê ku li sala 1975’ê li Cezayîrê ew roj bo me pêk hatiye, rojeke reþe. Her sal li roja 6’ê adarê, bêyî hemdî me ewrên xemokî sîbera xwe dide ser dilê me, her wesa xiyanet û piþtþkestin dihête bîra me. Her sal li roja 6’ê adarê em careka dî hizir û hest dikin ku dost û dijminên xwe baþ nas bikin û çi caran ji bilî hêza xwe ya resen, bi dilpakiya mirovanî berê xwe nedine ewên li beramberî xwe yên berjewendperest û dostfiroþan. Ev roje bo me diselmîne ku ji bilî gelê me û hêza me ya resen dost û hevalbendên me yên dilsoz nînin. Ev roj me fêr dike ku divêt em hêj zêde yekgirtin û hevgirtina xwe xurt û mikumtir bikin, heger ne, dê di nav neyarên kurdan de bibine pariyekê asan.

 

Wek me li serî jî amaje pê daye, em hatina buharê wek cejnek, jiyanek nû, hatina azadiyê pêþwazî dikin. Lê demê ew roj dihêt, ne bihar ne cejn, ne jî çi xweþiyek dimîne ber çavên me. Xwezî bi destê me ba ku me di nav rupelên dîroka mirovatiyê de cih nedaba vê rojê.

 

Mixabin em dîsa neçarîn behsê wê rojê ya ku jiyanê ber çavên me reþ dike, 16 adarê û þehîdên wê rojê yad bikin. Ev roja ji layê fermî ve jî hatiye pesendkirin ku rojeka cînosaydêye, bila bo me bibe handerek da ku em hêj zêde ji mirovatiyê û nirxên wê yên hevpiþk hez bikin û hembêz bikin. Me nevêt em li vê derê bi awayekê dûr û dirêj li ser çawanî û egerên vê rojê rawestîn, jixwe rojeka berniyase bo her mirovekê xwedan wijdan. Ev rûdana ku ji bo mirovatiya cîhanê rûreþiyeka mezine, bila bibe nimûneya dumahiyê. Piþtî Nakazakî, Hêroþîma û Helepçe bila êdî li ser rûberê cîhanê rûdaneka bi vî awayê rû nede û bila xwedê kareseteka bi vî rengî nehîne serê çi gelên hejar.

 

Di vê rojê de kesayeta kurd di giyanê zarokên Helepçe de bi gazên kîmyawî hatiye qelandin û her wesa li roja 29’ê adarê jî dûyem pêla enfalê hatiye serê gelê me. Pêdiviye ev karesatên kêm wêne bo me bibine rojeka kerb û kînê û ne bi heman þêweyî, belku bi awayekê dadperwerane û mirovane nîþanî hemû kesan bidin ku em wek gelê kurd çi caran li beramberî zulim û zordestiyê serê xwe naçemînîn û bi rikmane em serbilind û serfirazin. Ji ber ku evro em bi xwe, jiyana xwe bi rê ve dibin û dirust dikin.

 

Di adara sala 1991’ê de, serhildana ku ji bajêrê Ranya destpêkirî û pêl bi pêl ber bi hemû Kurdistanê belav bûye, ji bo dîroka me þanaziyeka mezine.

 

Ev heyva ku xweþî û ne xweþiyê pêk ve hembêz dike, ji bo serhildanên Kurdistanê û berxwedana pêþmergeyên qehreman jî xwedan cihekê taybete. Di adara sala 1991’ê de, serhildana ku ji bajêrê Ranya destpêkirî û pêl bi pêl ber bi hemû Kurdistanê belav bûye, ji bo dîroka me þanaziyeka mezine. Ev serhildana ku di bin serpereþtiya pêþmergeyan de geþ bûye, hem gelê kurd ji bin zordestiya rijêma Beis rizgar kiriye û hem jî nêzîkî hev kiriye û ber bi azadiyê biriye. Pêdiviye mirov li ser xatira helkeftina vê rojê careka dî pêþengê vê serhildanê “Bereyê Kurdistan” bihîne bîra xwe û silaveka þoreþgêrane bide giyanê pakê þehîdên raperîna adarê.

 

Serhildanên adarê nîþana wê çendêye ka çawa li ser axa welatî mercên navxweyî û der ve bi awayekê þarezayî hatîne guncandin û çawa bi yilêrî hatîne pêkînan, pêdiviye wek wê pêkhateyê evroke jî li dûv rewþa heyî heman pêkhate û guncandin, ji bo serkeftina têkoþîna netewa Kurdistana serbixwe pêk bihêt.

21 adara sala 1936’ê destpêka serhildana Dêrsimê ye.

 

Her wesa 11 adara sala 1970’ê yekem peymane ku wek “peymana otonom ya 11 adarê” dihê niyasîn, tê da danpêdan bi mafên dêmokratî û netewî yên gelê kurd bi þêwekî fermî hatiye dan.

 

Rûdana roja 12 adara sala 2004’ê ya ku li Qamiþlo rû daye careka dî me xembar dike.

 

Þeva 20/21’ê adara sala 2003’ê bo gelê me bi taybet û bu gelên herêmê yên hejar bi giþtî destpêka jiyaneka nû ye. Hêzên hevpeyman ku hêzên Kurd jî tê de beþdarî kiribûn, li þeva newrozê hêriþ birine ser rijêma faþîst ya Sedamî. Di encamê vê berxwedanê de Sedam û rijêma wî ji navçûn. Her wesa gelê me ew derfet û þiyan bi dest xwe ve hîna da ku biþêt di derbarey ayindeyê xwe de biryarê bide û çarenivîsê jiyana xwe destnîþan bike.

 

Lê bê guman ya ku heyva adarê geþ û xweþ dike, serê sala Kurdî Newroze ku dibe roja 21ê adarê. Ev roja ku ji Kaweyê asinger bo me bûye diyariya azadî, aþtî û nûxwaziyê, êdî ne bi tenê ji layê gelê me ve dihête pîrozkirin, belku bûye cejneka gerdûnî ya hemû mirovatiya aþtîxwaz. Ev roj bo me hemû kurdan, roja yeketî, berxwedan, serkeftin û azadiyê ye. Ev roje dibe egerê wê çendê ku her Kurdek hesta heman tiþtî bike û her kurdê ku li çi parçeka cîhanê be, di vê rojê de hizir û hesta wê çendê dike û lêgeriyana reseniyeta xwe ya kurdiniyê dike. Wek Kaweyê asinger divêt her dem berê me li serkeftin û azadiyê be.

 

 

 

 

Her çende di dîroka gelê me de li heyva adarê gelek bîrewerî hene, lê evên li xwarê giringtirîn bîreweriyên vê heyvê ne:

 

1’ê adara 1979   : Wexera babê rohî yê netewa kurd Mela Mustefa Barzanî.
3’ê adara 1924   : Govara "roja nû "jimara xwe ya yekem li Qahîre weþand.
4’ê adara 1193   : Wexera Selaheddînê Eyubî.

4’ê adara 1925   : Damezrandina dadgehên îstîqlal li dijî kurdan li Tirkiya.

5’ê adara 1991   : Serhildana pîroz, li Ranya dest pê kir.

6’ê adara 1921   : Serhildana Koçgirî.

6’ê adara 1842   : Serhildana Bedirxan Beg.

6’ê adara 1975   : Peymana Cezayîr.

8’ê adarê            : Roja jinên cîhanê.

12’ê adara 2004 : Serhildana Qamiþlo.

16’ê adara 1988 : Cînosayda Helepçe.

20’ê adara 2003 : Pirosêsa azadkirina Ýraqê.

21’ê adarê          : Cejna netewî ya milletê kurd "Newroz ".

21’ê adara 1937 : Serhildana Dêrsim.

23’ê adara 1960 : Wexera bediruzeman Seîdê Kurdî.

29’ê adara 1987 : Roja destpêkirina duwem pêla enfalan.

31’ê adara 1947 : Sêdaredana Qazî Muhemed.

 

 

Nivîsîngeha Ragehandina Zêrevanî – Duhok

 

10/3/2010

 

 
< Paşve   Pêşve >
Bottum