|
Hevpeyvîna Di Gel Serokerkanê Leþkirê Iraqa Federal Babekir Zêbarî Ji Layê Nivîsîngeha Ragehandina Fermandeya Pêþmergên Zêrevanî - Duhok
Li rêkevtî 14/01/2010 me wek Nivîsîngeha Ragehandina Fermandeya Pêþmergên Zêrevaniyê di gel Serokerkanê Leþkirê Iraqa Federal Babekir Zêbarî yê binyat Kurd, hevpeyvînek saz kir.
Babetê serekî yê hevpeyvînê, wergirtina medaliya "Hêjayî û Azayî yê" bû ku ji layê serokê Amrîka Barak Obama ve hatibû dan û li rêkevtî 7/01/2010, bi nûneratiya General Raymond Odêrno, Fermandê Hêzên Amrîka li Iraqê, bi rê û resmekî hatibû pêþkêþkirin. Ev medaliye ji layê serokê Amrîka ve tê dan bo ew kesên ku li welatê xwe bi wêrekî, dilsozî û serkevtiyane kar dikin. Medaliya herî giringe ya ku ji layê serokê Amrîka ve bo kesên biyanî tê pêþkêþkirin.
Ji layêkê din ve, ji ber derfeta dîtina rêzdarî, me bi fer zanî em çendîn pirsiyarên din jî, sebaret hêzên pêþmergê Kurdistanê, leþkirê Iraqa federal, rewþa aramî û seqamgîriya herêmê û Iraqê bi giþtî, bikin.
Berî em dest bi hevpeyvîna xwe bikin, me divêt kurtejiyan û hindek taybetmendiyên kesayetiya General Babekir Zebari diyar bikin.
Babekir Bedirxan Zêbarî: Li sala 1947-ê ji dayik bûye û ji binemaleka kurdperwere. 1963-ê bûye endamê Partî Dîmokratî
Kurdistan. 1969-ê çûye kolîja leþkirî li Bexda û li 1970-ê derçûye.
1972-ê bûye xwedan xêzan. Di navbera salên 1972-1973-ê da li Bexda, Tacî û Hebaniyê erk wergirtiye.
Li sala 1973-ê li ser fermana Mela Mistefa Barzanî yê nemir beþdarî þoreþa Kurdistanê bûye. Piþtî ku beþdarî þoreþê bûye, li Kurdistanê li devera Gelale bûye serleþkir. Paþê bûye serleþkirê giþtî yê devera Behdînan. Li sala 1989-ê hatiye helbijartin wek endamê mekteb siyasî yê Partiya Dêmokrata Kurdistana Iraqê. Li 1991-ê bûye serleþkirê tevaya hêzên kurdan li Duhok û Musilê.
Li Sala 2003-ê, di þerê azadkirina Iraqê da, rolekê giring helgirtiye di navbera hêzên Kurdistanê û hêzên hevpeyman da.
Ji 2004-ê heta niha serokerkanê leþkirê Iraqa Federale.
General Babekir Zêbarî, babê heþt zarokane (pênc kur û sê keç). Zimanên kurdî, erebî û farisî dizane.
Heta niha ji ber serkevtinên karê xwe, gelek xelat wergirtine, wek; ji layê Mela Mistefa Barzaniyê nemir ve medaliya serkevtinê (ku her wekî ew dibêje "eve xelatê herî buhagirane di jiyana min da "), medaliya serkevtinê welatê Îtalya û medaliya serokkomarê Romanya.
Bo encamdana vê hevpeyvînê, me jivan ji rêzdarî wergirt û em bûne mêvan li mala wî.
Me dît ku Babekir Zêbarî berî ku kesekê leþkirî û siyasî yê serkevtî be, her wesa semiyanekê serkevtiye jî ji bo xêzana xwe u mala xwe. Me zanî ku li demê hevpeyvînê, em nikarin bi berfirehî li ser jiyana wî ya taybet biaxivîn, ji ber ku dê babetên me pitir girêdayî karên fermî bin. Lewma em hez dikin li vê derê hindekê behsê taybetmendiyen gring yê kesayetiyê wî bikin.
Babekir Zêbarî ji malbateka welatperwer û kurdperwere û þiyaye van saxletên xwe veguhêze nav mala xwe û malbateka welatperwer û kurdperwer ava bike. Her wesa ji bo malbat û zarokên xwe wek babekê xemxwer tê niyasîn.
Di jiyana xwe da rêbaza Barzaniyê nemir bo xwe kiriye prensîp û hewl daye ku pîverên vê rêbazê piraktîze bike û di kesayetiya xwe da berceste bike.
Birêz Babekir, di kar û xebatên xwe da, wek mirovekê piraktîkî tê niyasîn. Her wesa li gel dilsozî û rastgoyî ya xwe kêm caran diaxive, lê gelek kar dike. Ev taybetmendiyên wî bûne cihê baweriyê li cem Barzaniyê nemir û serok Mesud Barzanî. Lewma her dem di qonaxên tengav da bûye kesekê giring di çareserkirin û nehêlana rewþên aloz da.
General Zêbarî, di demên tengaviyan da gelek erk wergirtîne û rewþên aloz bi serkevtiyane çareser kirine. Her wesa bi hêminî û bi bêhnfirehî berî xwe daye diyarde û rûdanên hemecûr û bi beraqilane reftar di gel kiriye.
Taybetmendiyeka wî ya din ya kesî jî ewe ku bo lêbûrînê yê vekiriye. Her çi kesekê þaþiyê bike, derfetê didê da ku ji wê kêm û kasiya xwe bizivire. Gelek kesên ku hêvî jê hatîne birîn, bi saya wî careka din bûne mirovên kerembexþ di nav civakî û kes û karên xwe da.
Di biwarên komelayetî û civakî da jî wek mirovekê hestiyar û diljen tê niyasîn. Her wesa mirovekê sakar û sadeye, hez ji sirûþtî û jîngehê dike û li Kurdistanê ji bo jîngehê û kiþtûkaliyê gelek proje pêþkêþ kirine.

"Bê guman, her kesê li dûv perwerde û rêbaza Barzaniyê nemir biçe, dê serkevtî be"
(Berî em dest bi hevpeyvîna xwe bikin, li destpêkê me pîrozbahiya rêzdarê wî kir bo wergirtina medaliya Amrîkî û paþê me dest bi pirsiyarên xwe kirin:
Birêz General, berî çend rojan deng û basekê serincrakêþ belav bû ku cenabê we ji layê serokê Amrîka birêz Barak Obama ve medaliyek bi nave; "Medaliya Hêjayî û Azayî yê" wergirtiye. Em hez dikin bizanin ka pirosêsa wergirtina vê medaliyê çewa bû?)
— Ev medaliye ji sala 1942-ê û hêr ve wek xelateke giring tê dan bo wan kesên ku xizmeta miletê xwe dikin.
Berî çend heyvan îþaret bo min dihatin ku Amrîkî amadekariyeka wesa dikin, paþê bi þêwekê fermî li 7/01/2010 bi nûneratiya General Raymond Odêrno ev xelate bi rê û resmekê pêþkêþî min kirin.
Bi rastî gelek kesên din yên hêja û payeberztir hebûn, hem li Kurdistanê û hem jî li Iraqê û karên baþ encam dane û me pêk ve gelek kar kirine. Di nav wan da helbijartina min þanaziye û ez pê kêfxweþ bûm. Û ez spasiya wan hemû hevalan dikim.
(Egerên dana vê medaliyê çi bûn?)
— Helbet karkirina bê rawestiyane. Heta niha hindî ji destê me hatiye, me bêyî ferq û cudahî ev erke bi rê ve biriye. Karê me kirî yê berçav bû; serkevtina me, pêþkevtina me, þaþî û xeletiyên me diyar bûn. Çêdibe ewan ev qonaxa heft salî, ji nêzîk ve þopandibin û gehiþtibine wê baweriyê ku ez þayanî vî xelatî me.
(Bi raya cenabê we, egerê serekî yê serkevtina we çi ye?)
— Helbet, eve encamê perwerda Mela Mistefa Barzanî yê nemire. Bê guman, her kesê li dûv perwerde û rêbaza Barzaniyê nemir biçe, dê serkevtî be.

(Erê wergirtina vî xelatî, hestekê çewa li cem we peyda bû?)
— Helbet, eve ji bo min þerefeka mezine û ez gelek pê kêfxweþim.
(Ji bilî rêzdarê we serokerkanê leþkirê Iraqê ye, hûn wek kurdek wergirtina vî xelatî çewa dihelsengînin?)
— Ez dibêjim hûn jî, bi wergirtina vî xelatî kêfxweþ bûne ji ber ku ev xelate ne tenê bo min e, belku bo hemû kurdane. Her wesa bo hemû Iraqiyane jî. Ji layekî ve serkevtine bo kurdan û ji layekê din ve jî serkevtine bo leþkirê Iraqê.
( Erê bi dîtina rêzdarê we kesayetiyeka leþkirê hevdem, pêdivî bi çi taybetmendî û þengistan heye bo serkevtinê, yan jî bi þêwekê din, pênasa leþkirekê serkevtî çî ye?)
— Pêdiviye yê bi heybet be û bikare vê heybeta xwe li ser leþkiran bisepîne. Leþkir, hem jê bitirsin û hem jî hez jê bikin û eve jî ne tiþtekê asane tu bikarî hevsengiyekê di navbera tirs û hezê da çê bikî.
(General Babekir Zêbarî, wek kesekê dadperwer di jiyana xwe da çi caran ferq û cêwazî nekiriye û ev dadperweriya wî ya nimûneyî, nehêlaye li cihê ew lê, neheqî û nebaþî rû bide. Di vî çarçovê da, me diviya bizanin ka çi amojgariyê dide efserên nû û kêm serbûr.)
— Pêdiviye bi þev û roj di nav leþkiran da bin û ageh ji wan hebe her ji xwarin û vexwarina wan heta perwerda wan. Her wesa pêdiviye sîstemê xelatkirin û sizadanê û di gel da jî dadwerî hebe. Ji ber ku dadwerî tiþtê herî giringe û heger nebe, dê sîstem xirab be. Her wesa pêdiviye dilnizim be. Bo nimûne, nabe li demê rê û resmekî tenê serleþkiran hembêz bike, belku pêdiviye hemû leþkiran wek hev hembêz bike bêyî ferq û cudahî.

Piþtî pirsiyarên me yên taybet li ser medaliyê, me xwast em hindekî jî biçine nav pirsiyarên girêdayî pêþmergê Kurdistanê.
(Erê, di pêþkevtina seqamgîriya Iraqê da rolê pêþmerge çibû?)
— Li destpêka þerê azadkirina Iraqê, sê batalyonên Amrîkayê bi rêka Balefirgeha Herîrê hatine Kurdistanê û bi hatina wan rolê pêþmerge dest pê kir. Ji bilî vê çendê jî, li jêr hêla kesk, nêzîkî 90% deverên veqetiyayî ji layê pêþmerge ve hatine azadkirin. Ew rolê Amrîka daye leþkirê Tirkiya ku parastina wan bikin û Tirkiya pêk neanî, pêþmerge pêk anî û eve jî ne tiþtekê biçûk bû pêþmerge pê rabûye. Ew her sê batalyone bo Silêmaniyê, Hewlêrê û Duhokê hatibûn û pêþmerge parastina wan kir û li vê derê bawerî li cem leþkirê Amrîkî çêbû. Her wesa giþt cîhanê dît ka rewþa ewlekarî û aramiya Kurdistanê çewaye û dîmenê geryana leþkirê Amrîkî bêyî çek li Kurdistanê li pêþ çavên me hemûyan bû.
(Li herêma Kurdistanê yekkirina hêzên pêþmerge di rojevê da ye, erê hizra we di vî warî da çî ye?)
— Eve tiþtekê gelek baþe. Ev hewle ji mêje heye û me ji bo vê gelek kombûn saz kirîne. Lê li wî demî hindek babetên din li pêþ bûn, lewma li dûv astê pêdivî nehate encamdan. Helbet di piraktîkî da yekbûnek çêbûye, lê tenê ji layê fermî maye. Niha jî, rêzdar serok Barzanî bi xwe, bi vî erkî rabûye û bi rijde. Ez bawer dikim vê carê dê encamekê baþ bi dest ve bîne.
(General Zêbarî, ji bilî biwarên leþkirî û siyasî, li beramberî biwarên din yên komelayetî û civakî jî mirovekê hestiyar û diljene. Hez ji xelkê xwe dike û divê her dem di nav wan da bijî. Çi caran peywendiyên xwe ji civakî nebirîne. Ji ber vê çendê jî gelek caran bûye navbeynkar û arêþên civakî, xwîndarî, pevçûn û... htd çareser kirine û xelk wî wek kesekê aþtîxwaz û cihê dilniyabûnê dibîne.
Helbet helsengandina karê yekkirina hêzên pêþmerge ji zarê kesayetiyeka bi vî rengî bo me giringe û me jî yekser pirsa xwe jê kir)
— Bi vê yekkirinê, dê leþkirê paþerojê yê Kurdistanê bê çêkirin, dê bingehê sîstemê parastina Kurdistanê bi rêk û pêkî bê danan û eve jî dibe mifayekê baþ bo parastina giyan, mal û samanê hevwelatiyan. Ev pêngave dê bibe pêngaveka dîrokî bo hemû kurdan.
(Bi hizra we, piþtî yekkirina leþkirê herêma Kurdistanê dê peywendiya wî di gel leþkirê Iraqa Federal çewa be?)
— Ev çende di destûrî da yê aþkiraye. Pêdivî bû heta niha li dûv destûrî hatiba çareserkirin. Ez bi xwe beþdarî gelek kombûnan bûme yên Wezareta Navxwe, Wezareta Bergirî û Wezareta Ewlekariya Netewî, lê her dem bi hindek bahaneyan, ev babete hatiye gîrokirin.
Ta niha pênc arêþeyên serekî hebûn di navbera hikumeta navendî û hikumeta herêma Kurdistanê da. Sê ji wan hatine çareserkirin û tenê dû mane; mîzaniya pêþmerge û hejmara wan.
Hejmara pêþmerge 190.000 hatibû diyarkirin. Li dûv bernamê nû, 90.000 da bêne xaneniþînkirin û 100.000 wek hêzên parastina herêmê bimînin û li ser mîlakê Bexda bin. Lê hindek arêþe li ser hejmarê çêbûne, ji bo vê babetê jî ez dikarim tiþtekî bibêjim; eve hejmareka pêdiviye, ji ber ku sînorên herêma Kurdistanê berfirehin û cografiya wê jî cudaye ji parçên din yên Iraqê wek çiya, sînorên berfireh û jîngeh.
Bi hizra min, ev gengeþeyên bi vî rengî dibine
eger ku çareserî gîro be û niha jî helbijartin li pêþ me ne...
(Li vê dawiyê em dizanin karê bi çekkirina leþkirê Iraqê dest pê kiriye. Erê behra leþkirê Kurdistanê di çekkirina leþkirê Iraqê da çende?).
— Di vî warî da hîç tiþtek ji bo pêþmergê Kurdistanê nehatiye kirin. Heta niha nêzîkî 20 milyar dolaran bo leþkirî Iraqê hatîne mezaxtin, lê ez bawerim pêþmergê herêma Kurdistanê bê behr bûye ji vî pareyî.
(Erê, çareseriya vê arêþê çî ye?)
—
Eger sîstemê leþkirê Iraqê bê misogerkirin, ev arêþe jî çareser dibe. Bo nimûne, heger sîstemê polîsên nîþtîmanî bê danan, wî demî çi çek bê kirîn bo leþkirê Iraqê wek firoke, tank, top û... htd, dê behra pêþmergey jî tê de hebe.

"Demê min ew hejmara yekcar zor û ew rêk û pêkî û disiplîn li Fêrgeha Pêþabîr dît, ez gelek pê serbilind bûm. Eve jî nîþana pêþkevtina leþkirê Kurdistanê ye"
(Me li vê derê babet hindekê guhart û xwast rêzdarê wî dîtin û pêþniyarên xwe li ser hêzên me, Hêzên Pêþmergê Zêrevanî, jî diyar bike û me dest bi pirsiyarên xwe kirin: Rêzdarê we çend raziye ji kar û xebatên Fermandeya Pêþmergên Zêrevanî bi giþtî û her wesa li deverên veqetiyayî yên Kurdistanê û rolê wan di parastina kesên berpirs da li Bexda?)
— Hez dikim, ji serî da behsa vî karî bikim; demê hêza Zawîte hatiye damezrandin, ez di nav da bûm, min dît ku taybetmendiyên wê hene; li ser binyatekê biçûk, lê bi hêz, rêk û pêk û sîstemî hatibû danan, rêk neda sîstemê kevin ya gundiyatî, eþîrgerî, paþvemayî û devergerî ku bê nava vê rêkxistina nû. Di vê qonaxê da çi pêdivî pê nemaye û nabe leþkirê sîstemî, di nav xwe da bi arêþeyên wesa mijûl be. Bi vî rengî ev hêze bû bingeh ji bo avakirina leþkirê nîzamî yê Kurdistanê.
Sebaret kar û xebata Fermandeya Pêþmergên Zêrevanî gelek pêzanîn bo min tên û ez þahidim li ser û eve bo min cihê þanaziyê ku ew cihên pêþmergê Zêrevanî lê kar dikin wek dam û dezgehên hikumî, mîrî û her cîhekê din, hemû kes jê razîne. Her wesa çi cêwaziyê di navbera sunne, þiye, kurd, ereb, turkman û... htd da, nake. Heta ew kesên xirabkar jî neçarin pesna Zêrevaniyê bidin ji ber rolê wan yê baþ û berçav.
Min divêt sebaret Zêrevaniyê bo we behsa serhatiyeka xwe bikim; berî çend rojan ez di gel hindek fermandarên NATO û fermandarên leþkirê Amrîkî çûme Fêrgeha Pêþabîr ya Zêrevanî, bo rê û resmên derçûnekê. Demê min ew hejmara yekcar zor û ew rêk û pêkî û disiplîn li Fêrgeha Pêþabîr dît, ez gelek pê serbilind bûm. Eve jî nîþana pêþkevtina leþkirê Kurdistanê ye. Demê ez li wê derê bûm, rêzdarê serokê herêmê têlefona min kir bo pîrozbahiya wergirtina medaliyê. Min jî behsê rê û resmên wê derçûnê bo rêzdarê serokî kirin û ew jî gelek pê kêfxweþ bû. Pêþkevtinên bi vî rengî, me serfiraz dikin.
(Erê, hûn bo hêzên Zêrevaniyê çi pêþiniyar dikin ku li paþerojê xelkê herêma Kurdistanê bitir mifayê jê wergire?)
— Pêdiviye wek leþkirên cîhanê bin, hem xwedan çekên pêþkevtî û hem jî teknolojiya pêþkevtî. Niha dem, dema teknolojiyayê ye. Bo nimûne; amîrek heye dikare bi dirêjahiya 30 km. parastina sînorî bike û bi dûratiya 60 km. dikare dengê tankan wergire û mirovî pê agehdar bike, ji bo vî karî jî, bi tenê dû leþkir têrê dike. Armanca me ewe bo demên pêþ, hejmara leþkirê xwe kêm bikin û bi teknolojiya û perwerdê bi hêztir bikin.
Nimûneka din; 22 dewletên ereban hene nikarin Îsraîl birawestînin ji ber ku teknolojiya wan ya pêþkevtiye. Her çende ereb ji layê wêrekî û hêzê ve ne kêm bin jî, lê ji ber ku teknolojiya Îsraîl ya bi hêze, nikarine Îsraîlê.
Ez bawerim heger pêþmergên Zêrevaniyê bo demên pêþ xwe bi vî rengî sîstematîze bikin û bibin xwedan teknolojiya nû ya þerî, dikarin rolekê hêj xurttir bo parastina herêma Kurdistanê û Iraqê bi giþtî helgirin. Her wesa perwerda wan pêþkevtiye û ez bawerim dê hêj baþtir lê bê. Hêvî û omêdên min ewin ku pêdawîstiyên leþkirê Zêrevaniyê pitir bêne berdestkirin, mûçe û kel û pelên leþkirî li dûv astê pêdivî bêne dabînkirin da ew bikarin hêj baþtir bi rolê xwe rabin.
"Niha rewþa seqamgîriya Iraqê berawird di gel destpêkê 99% baþtire"
(Piþtî pirsiyarên girêdayî pêþmergê herêma Kurdistanê. Me diviya hêlên giþtî yên rewþa leþkirê Iraqê bizanin û sebaret vê çendê em dê hindek pirsiyaran arasteyî rêzdarê Zêbarî bikin:
Birêz General, hûn dikarin bo me rewþa seqamgîrî û aramiya Iraqê ya îro diyar bikin?)
— Bê guman bersivdana vê pirsiyarê pêdivî bi kurte destpêkekê heye. Piþtî azadkirina
Iraqê,
Iraq bibû meydana kuþtinê ku dû hêzên mezin yên cîhanî tê de þer dikirin, layanên wê jî hêzên hevpeyman û tîrora cîhanî bûn û di nav wan da jî çi leþkirekê Iraqî nebû.
Leþkirê Iraqê yê berê bi xwe, xwe ji nav bir û tenê Pol Birêmer þehadet wefat îmza kir. Lê sereray wê çendê jî hêzên hevpeyman dû þaþî kirin; ya yekê hîþt ku çek û teqemenî bêne dizîn û bikevne destên ne berpirs û ya duyê jî ew bû ku serleþkir hîþtin bê mûçe. Ya baþ ew bû, gazî serleþkiran bikin û mûçeyên wan bidin da neçine di nav rêzên yaxiyan da. Helbet avakirina leþkirekî ji nebûnê ne tiþtekê asan bû, bi taybet jî di rewþa þerî û tîrorê da.
Niha rewþa seqamgîriya Iraqê berawird di gel destpêka me behs kirî 99% baþtire. Lê heger 1%-ê ji xelkê Iraqê piþtevaniya tîrorê bike jî ne hejmareka kême, ji ber ku serjimara Iraqê nêzîkî 25 milyon kesane û heger em bibêjîn 1% eve dibe 250.000 kes û ev jî jimareka ne kême. Lewma pêdiviye em vê rêjeyê jî gelek kêmtir bikin û hewl bidin nehêlîn.
(Erê bi dîtina rêzdarê we ev rewþa heyî, li dûv pilan û bernameyên desthelatdariya siyasî û leþkirî bi rê ve diçin? Aya kêmasî hene yan ne?)
— Leþkirê Iraqê heta niha bi tenê xwe ji bo þerê li dijî tîrorê amade kiriye, eve jî þaþiyeka mezin bû, ji ber ku pêdiviye ew leþkir ne tenê þerê li dijî tîrorê, belku parastina giþt sînorên welatî jî bike û eve jî erkê wî yê serekiye.
Pêdiviye sînor bêne parastin bi rêkên teknolojiyê. Berî dû salan me bo lîwayeka parastina sînoran, sîstemê radarê û 140 tankên Amrîkî kirîne, lê heta niha nehatine û piþtî dû salên din dê bê, anku heta tê dibe çar sal. Her wesa me li bere firokên F-16 yên þerî û çar helîkopterên ji cûrê Sikurskî bikirin. Dîsan me li bere hindek tankên teknolojîk jî bikirin.
(Di rewþa niha da diyar dibe ku berî helbijartinên giþtî yên Iraqê çalakiyên tundûtîjiyê û teqîn hindekê zêde bûn. Bi dîtina we, ev çende bo fiþardananêye li ser helbijartinan yan ne?)
— Helbet, eve ji ber egerên siyasiye û peyameke bo helbijartinan.
(Erê bi raya rêzdarê we, ji bo ku leþkirê Iraqê jî bibe leþkirekê modêrn û serdemî, çend dem pêdiviye?)
— Bi raya min 15 sal. Ez dikarim vê çendê hindekê ji bo we zelal bikim. Berî çend salan serokerkanê leþkirê Amrîka heman pirsiyar ji min kiribû. Min di bersiva xwe da gotibû, 20 sal pêdivîne. Ew mendehoþ bû û yekser got, erê bo çî 20 sal? Min jî
eger bi vî rengî rêz kirin;
Ya yekê, bi destxistina çekên teknolojî demekê dirêj pê divê.
Egerê duyê, pêdiviye kadroyên ku van çekên teknolojî bi kar tînin, bêne perwerdekirin, herî kêm xwedan bawername bin, bêne hinartin bo xwandinê li derveyî welatî û eve jî arêþeka dine.
Egerê siyê, ji bo perwerdekirin, disiplînekirin, sîstematîzekirin û... htd. ya leþkirê Iraqê jî gelek dem pê divê.
Piþtî hîngî wesa çêbû ez careka din çûme Amrîka, derfet çêbû û min heman berpirsê Amrîkî dît. Ewî gote min: "Ew pirsiyara min tê bîra te? Min bersiva te gehande dezgehên (Think Tank), wan jî tiwêjînewe li ser vî babetî kirin û heman bersiva te dûpat kir û gotin; 'raste 20 sal pêdivîne heta ku leþkirê Iraqê bikare parastina xwe bike bêyî ku pêdivî bi layenekê din hebe', bi vî rengî dîtina te pesend kirin".
(Rêzdarê we dikare bo me bibêje ka we stratîjiyek heye bo nûjenkirin, pêþxistin û xurtkirina leþkirê Iraqê di paþerojê da?)
— Belê, me stiratîjî heye. Heta sala 2020, me stratîjiyek danaye li ser sê qonaxan; Qonaxa yekê ji 2008-2012, ya duwê ji 2012-2016 û ya siyê jî ji 2016-2020 e.
Di qonaxa yekê da ji ber hindek arêþeyan em nikarin pilana xwe li dûv armancê bi cih bînîn, lê qonaxa niha bo me hêj asantire û me li bere ji niha û wê ve li dûv pilana xwe karên pêdivî bi rê ve bibin.
(Her wekî rêzdarê we jî dizane, li dûv peymana Iraq-Amrîka, li sala 2011-ê dê leþkirê Amrîkî xwe ji Iraqê vekêþe, bi dîtina we ev çende dê kartêkirinê li seqamgîriya Iraqê bike yan ne?)
— Helbet dê kartêkirinê bike, lewma pêdiviye her ji niha hikumeta Iraqê hizra xwe û amadekariya xwe bike bo demê dahatî. Li dûv hizra min, her çende Amrîka li welatên nêzîk bingehên serbazî hene û dikarin li demên pêdivî alîkariyê bikin jî, lê pêdiviye li Iraqê jî beþekê hêzên wan bimînin û bi temamî xwe nevekêþin. Ji ber ku leþkirê Iraqê negehiþtiye wî astî ku bikare parastina welatê xwe bike û heger ji niþka ve tiþtek rû bide, dê pêdivî bi alîkariya Amrîka hebe, ji ber ku Iraq welatekê zengîne, welatekê stratîjiye û çavên gelek layenan li ser hene.

(General Zêbarî, her çende behra pitir bi karê leþkirî tê niyasîn jî, lê em dizanin ew di biwarê siyasî da jî xwedan zanîn û têgehiþtineka baþe û li demê þoreþê ji ber hel û mercên wî demî beþdarî karî siyasî jî bûye. Eve jî bûye alîkar û palderek bo pêþkevtina saxlet û taybetmendiyên wî yên kesî. Em dikarin di derbarê siyaset û leþkiriya pêþkevtî da, wî wek kesayetiyekî mînak pênase bikin. Lewma me bivê nevê em çûne ser babetê siyasî. Dibe serleþkirekê cîhana rojavayî tûþî pirsiyarên siyasî nebin, lê li Rojihelata Navîn biwarên leþkirî û siyasî pêk ve girêdayîne. Li ser vê çendê me pirsiyar ji rêzdarê General kir ka ew peywendiyên herêma Kurdistanê li gel welatên cîran çewa dihelsengîne?)
— Îro peywendiyên
Iraq û welatên cîran her çende ne di astê pêdivî da bin jî, lê pêþ ketiye û eve jî xaleka serekiye bo Iraqê. Çunke welatên deverê û gelên deverê ji gelek layenan ve xwedan peywendiyên dîrokî û dab û nerîtên hevpiþkin. Me pêdivî bi hev heye, lê bi raya min wek herêma Kurdistanê me pêdiviyeka pitir bi wan heye û fere em peywendiyên xwe li gel wan pêþ bêxîn.
Niha peywendiyên me di gel Îran û Tirkiya gelek baþin. Me hinde hêvî nedikir ku di vî mawê kurt da peywendiyên me bi vî astî pêþ bikevin û eve jî serkevtineke bo hikumeta herêmê. Lê peywendî li gel welatê Suriya ne di astê pêdivî da ye, hêvî dikim ew jî çêbin. Ez li vê derê hez dikim li ser van peywendiyên me yên mêjûyî û dab û nerîtan nimûnekê bidim; niha gelek kompanyên Tirkiya li herêmê kar dikin, berawird li gel kompanyên biyanî, gelê me divê pitir li gel kompanyên Tirkiya kar bikin ji ber ku ziman, çand, ayîn û... htd yên me nêzîkî hevdû ne.
(Me xwast em bi wergirtina hestên wî, dawî li vê hevpeyvîna xwe ya dilveker bînin û bi vî rengî me pirsa dawî jê kir:
Erê peyva we ya dawiyê sebaret yeketiya kurd û Kurdistanê çî ye?)
— Yeketiya kurdan tiþtekê herî serekî û pîroze û di vê çendê da jî rolê ragehandinê yê giringe. Li van rojên dawiyê, ez berê xwe didimê, hindek berpirsên layenên siyasî yên Kurdistanê, li ser ekranên têlevizyonan bi kerb û kîn diaxivin. Helbet ev kesane nizanin ka çend kartêkirinên nerênî li ser hemû kurdan dikin, lewma pêdiviye bi beraqilane nêzîk bin û di berjewendiya giþtî da baxivin û bila vê çendê bo xwe bikine bingeh. Ji ber ku em bi asanî negehiþtîne vê qonaxa pêþkevtî.
(Em ji ber vê hevpeyvînê bextewarin û wek rojnameya Zêrevaniyê spasiya rêzdarê we dikin ku derfeteka bi vî rengî daye me.)
— Spasxweþ, mala we ava. Ez jî bi mêvandariya we dilxweþ bûm.
|