|
Em wek malpera zerevani.org nîvîsa rojnamenûs û nîvîskar Dilbixwîn Dara ku li roja 02. Hezîran 2009 di malpera www.avestakurd.net da nîvîsî bu belaf diken.
Dilbixwîn Dara: Pêþmergeyên Zêrevanî kî ne? Zêrevanî bi xwe artêþeke çawa ye? Bersiva van pirs û gelek pirsên din di vê nivîsê de hûnê bibînin...
Baþûrê Kurdistanê, tevî gelek kêmasiyan jî, pir bi lez tê avakirin û bi pêþ dikeve. Ferqa ku me di navbera 2005-2009 de dît gelekî mezin bû. Kurdistan ne Kurdistana berê bû. Kurdistana 2009 gelekî ji ya berê moderntir bû.
Tiþtên xeran tune bûn, kêmasî tune bûn? Bê guman hebûn.
Weke nimûne, riyên wê xerab bûn. Dema ku rê çêkiribûn, li însanan nefikirîbûn, cih tunebû ku mirov ji aliyekî cadeyê biçe aliyê din, di dema çêkirina rê de tenê li otomobîlan fikirî bûn.
Me ji berpirsiyaran re behsa vê yekê kir, wan jî ew weke kêmasiyekê didîtin û diyar kirin ku ew li riya çareserkirinê digerin.
Li Kurdistanê, mebesta min baþûrê Kurdistanê ye. Dixwazî bi balafirê biçe, dixwazî jî bi riya bejî, te gava xwe avête hundirê Kurdistanê û te pêl axa welat kir, tu yekser, pêþmergeyê Zêrevanî li pêþberî xwe dibînî.
Li ser sînor, li ber her daîreyekê, li kêleka her cihekî hesas, di her kolanekê de, baran be, berf be, tav be, ewr be, tu yan pêþmergeyekî nobedar, yan jî grupeke pêþmergeyan dibînî ku nobedariya cihê ku lê dimîne dike.
Berî ku em biçin serdana General Ezîz Weysî (Fermandarê Giþtî yê Pêþmergeyên Zêrevanî), me hinek pêþmerge dîtin û li rewþa wan pirsî.
Piraniya wan ji halê xwe memnûn bûn. Kêfxweþ bûn ku di nava hêza Zêrevanî de cih digirtin.
Pêþmergeyê bi navê Aras, ku min ew li kêleka Keleha Hewlêrê dît, ji min re got, ew difikire ku dema pêþmergetiya xwe dirêj bike –eger were qebûlkirin- Ew ji rewandizê hatibû Hewlêrê û li wê derê Pêþmergeyê Zêrevanî bû. Gazinên wî ji miaþê wî hebû. Got, ew hêvî dike ku miaþê wî zêde bibe.
Pêþmergeyên Zêrevanî êdî artêþeke nîzamî ye
Ne bi wateya klasîk, pêþmergeyên Zêrevanî êdî mirov dikare bêje bingeha artêþeke nîzamî ye. Dîsîplîna di nava vê artêþa Kurd ya biçûk de, dîsîplîna artêþeke mezin e. Ew bi þêweyekî modern têne perwerdekirin. Þêweyê perwerdeya wan þêweyê rojavayî ye.
Ew hem di warê eskerî de, hem di warê rewþenbîrî de hem jî di warê civakî de bi awayekî peryodîk têne perwerdekirin.
Em ji xelkê dipirsin, ka nêrîna wan li ser Zêrevanî çi ye? Her kes dibêje, ew gelekî bi terbiye û bi exlaq in. Karê xwe baþ dikin. Kesê ku problemên wî derkevin jî, ew li gora destûra hundirîn têne cezakirin.
Di nava Pêþmergeyên Zêrevanî de jin jî hene. Jinên Zêrevan bi piranî di warê îdarî de kar dikin. Gelek ji wan di ragihandinê de wezîfedar in.
Kesê ku derbasî nava pêþmergeyê Zêrevanî bibe, ji bo ku were qebûlkirin, gelek test jêre lazim in, di serî de divê dosya wî pak be, divê kefîlekî wî hebe, divê ji bo fedekarî û parastina Kurdistanê amade be... divê bi kêmanî 3 salan peymanê çêbike... û gelek daxwazên din, eger hate qebûlkirin, ew êdî derbasî nava grupa perwerdeyê dibe û tê perwerdekirin, piþtre kincên Pêþmergeyê Zêrevanî li xwe dike û diçê cihê ku ji bo wî/wê hatiye destnîþankirin.
General Ezîz Weysî
Lîwa Ezîz Weysî, fermandarê giþtî yê Zêrevanî ye. Ev hêz, bi destê wî hatiye mezinkirin. Kesên ligel wî kar dikin dibêjin, ew þev û roja xwe dide Pêþmergeyên Zêrevanî.
Ew bi hêminî fedekarî û tecrubeya xwe li Kurdistanê naskirî ye. Ew bi xwe ji Duhokê ye, ji gundê Banê ye, kurê þehîdekî navdar e, bavê wî Weysî Banê, li herêma Behdînan cihê rêzgirtinê ye. Weke pêþmergeyekî qehreman tê naskirin.
Serokerkanê Iraqê Babekir Zêbarî, dema ku me hevpeyvîn pêre çêkir, got “Weysî Banî semboleke durustî, fedekarî û qehremaniyê bû, ew þehîdekî mezin e”...
Piþtî ku em di ser gelek cihê kontrolê re derbas dibin û gelek caran têne rawestandin, em digihên baregeha Ezîz Weysî, ew bi rûyekî li ken pêþwaziya me dike û me dibe odeya xwe.
Em gelekî suhbet dikin.
Di ber vexwarina çayê re, em hem dipirsin, hem bersiva pirsên ku ji me têne kirin didin.
Piraniya suhbeta me li ser parastina Kurdistanê çêdibe. Ew dibêje, Zêrevanî amade ye Kurdistanê biparêze, ew xwediyê wê fedekariyê ne.
Zêrevanî çi wezîfeyê dibîne?
Em dipirsin Zêrevanî hêzeke çawa ye?
General dibêje, Zêrevanî gelek wezîfeyan bi hev re dibîne, ew hem esker e, hem polîs e, hem jî tîma taybetî ye. Li her cihekî ku pêwîst be, Zêrevanî li wê derê ye. Hinek caran jî dema ku tê xwestin rola polîsê trafîkê jî dibîne, yan jî polîsê parastina jîngehê...
Zêrevanî li gora ku general Ezîz Weysî dibêje, dema ku mêvanên hikûmetê tên, ew bi parastina wan kes yan jî þandeyan jî radibin.
Bi rastî jî weke ku me dît, Zêrevanî hêza herî xurt bû li Kurdistanê. Em diçûn kuderê em li wan rast dihatin.
Ew dibêje, artêþa ku ew dixwaze hîn nehatiye avakirin. Lê belê wî hêzeke xurt, bi dîsîplîn û pir fedekar ava kiriye.
Pêþmerge divê bingeheke wî ya kulturî hebe, dibêje. General Ezîz Weysî bi xwe girîngiyeke mezin dide perwerdeya rewþenbîrî, “pêþmergeyên Kurd divê di warê rewþenbîrî de perwerdekirî bin, divê zana bin, divê haya wan ji dinyayê hebe...”
32 hezar Pêþmergeyên Zêrevanî
Hêza Pêþmergeyên Zêrevanî 32 hezaran derbas dike. Eger rê vekin, wê hejmar duqat bibe. Lê belê ew niha nafikirin ku hejmarê zêdetir bikin.
General Ezîz Weysî dibêje, gelek keç û xortên Kurd, her demê serî li wan didin û doza wê yekê dikin ku bibin Pêþmergeyên Zêrevanî.
Lîwa Ezîz Weysî, bi xwe hemû hêza xwe kontrol dike, pirsgirêkek hebe, bi xwe pêre mijûl dibe. Hez nake karê xwe bihêle roja din.
Mêvanên Zêrevanî
Dema ku em li wir bûn, Zêrevanî hema hema her roj pêþwaziya þandeyan dikir. Ji gelek welatan, þandeyên eskerî û sivîl dihatin serdana Pêþmergeyên Zêrevanî.
Navbera Zêrevanî û Hêzên Hevpeyman yên li Iraqê gelekî baþ e, bi taybetî ligel hêzên Amerîkî.
Her wiha Kurd jî, bi taybetî Kurdên ji beþên din yên diçin serdana Kurdistanê, bi serdana Pêþmergeyên Zêrevanî gelekî kêfxweþ dibin. Eger dema wî hebe, Ezîz Weysî bi xwe bi wan mêvanan re mijûl dibe.
Gelek hunermendên Kurd jî, gelek caran diçin li Zêrevanî konseran pêþkêþ dikin. Pêwendiya Zêrevanî û gel pir germ e.
Dema ku em li wir bûn, zêdetirî sed xwendekarên zanîngehê hatibûne serdana Zêrevanî. Ji her çar beþên Kurdistanê hatibûn.
Hinek ji wan ji bajarê min jî hebûn. Hatibûn li baþûr dixwendin. Bi dîtina Zêrevanî ji nêzîk ve, gelekî kêfxweþ bûn. Min ji xwendekarê bi navê Rêdûr pirs kir, te çawa dît?
Got, “weke xeyalekê ye, gelekî serbilind im ku em Kurd xwediyê hêzeke wiha ne...”
Baþûrê Kurdistanê - Hewlêr
http://avestakurd.net/news_detail.php?id=5181 |