|
Serokerkanê artêþa Iraqê Babekir Zêbarî di daxuyaniyekê de got: “Divê gelê kurd ji pêngava artêþa Iraqê a kirîna çekên giran ên wekû balafirên þerê, netirse. Çimkî artêþ dê di dahatû de ji aliyê kesekî sivîl ve were serpereþtîkirin û parlamento dê çawdêriya wê bike.”
Zêbarî di daxuyaniyekê de ji Kurdistanî Nwê re got: “Arîþeyên Xaneqîn, Diyale, Musil û Kerkûkê ber çaserseriyan ve diçin, çimkî tu yek ji hêza pêþmerge û artêþa federal naxwazin pevçûn biqewimin û arîþeyan çê bikin. Her du hêz dizanin ku eger di nsvbera wan de pevçûn biqewimin, rewþa Iraqê û gelê wê dê biþêwe.”
Zêbarî herwiha di daxuyaniya xwe de da zanîn ku hemû pêkhateyên Iraqê li ser wê nêrînê ne ku divê hevsengiyek di artêþê de hebe û ji kurd, sune û þiayan pêk were û got: “Biryar jî hatiye dayîn ku cîgirê fermandarê leka 12-ê ya Kerkûkê kurd be.”
Derbarêr pêkanîna du likên leþkerî ên Herêma Kurdistanê ên girêdayî artêþa federal jî, serokerkanê Iraqê da xuyakirin ku hemû amadekariyên wan ku lekan qediyane û got: “Her du lek dê digel budceya sala nû dest bi karê xwe bikin.”
Derbarê metirsiya wê yekê ku artêþa Iraqê dil heye muhîmatên leþkerî ên wekû balafirên þerê bikire jî Zêbarî got: “Divê gelê kurd ji wê pêngava artêþa Iraqê a kirîna çekên giran, netirse, çimkî artêþ dê di dahatû de ji aliyê kesekî sivîl ve were serpereþtîkirin û parlamento dê çawdêriya wê bike. Di dahatû de artêþa Iraqê dê wekû artêþên pêþketî ên cîhanê lê were û dê bibe parêzgarê Iraq û Herêma Kurdistanê.”
Di dawiya axiftina xwe de serokerkanê artêþa Iraqê Babekir Zêbarî aþkere kir ku heta sala 2009-ê artêþ dê bo ser heft lekan were dabeþkirþn û dê zêdetir ziringî bi hêzên polîs û ewlekariya nav bajaran bê dayîn.” |