logo5.jpg
Menu
Destpêk
Destpêk
Daxuyanî
Nûçe
Nivîs û berhem
Hevpeyvîn
Peywendî
Album
Arþîv
Danasîn
ZANIST
Albuma Zêrevanî

Zerevani
Zerevani

Zerevani
Zerevani

Zerevani
Zerevani

Zerevani
Zerevani

Zerevani
Zerevani
Hevpeyvîn

 

Generalê Kurd: Em ne tehdîd û ne jî noxteya zeîf in

Em wek malpera Zerevani hevpeyvîna li gel General Ezîz Weysî Fermande Fermandeya Pêþmergê Zêrevanî ya Kurdistanê ku di malpera NETKURD da hatiye weþandin be...

Babetên balkêþ

Serok Barzani: Nabê meseley pêþmerge têkellawî milmilanêy hizbayetî bikirî, pêþmerge mullkî hemû Kurdistane, mullkî hemû hizbekane, mullkî hemû xanewadeyekî Kurdistanîye.

Li 18- ê Tîrmeha 2010, di hola Rewþenbîrî ya Baregaha Pêþmergeyên Zêrevanî de, merasîmek bo bîranîna du þehîdên pêþmerge hate...

Daxuyanî

zerevaniDi birêve çuna xola meþqa Þehîd Seîd Þêxe Numan li baregayê Fermandeya...

Nivîs û berhem

zerevaniWerger ji Rûsî: Dr.Ekrem Önen/ "Li Moskowayê di sala 2006 a de ”Rasîskaya Gazeta”...

zerevaniGerdelulêk halî kird Kurdistanî wêran kird dinya le astî xamûþ bû. Gerdelûlêk bû nawî enfal û...

Arþîv
PDF Çap bike E-name

zerevaniSirac - Rehber Kekuyon (Bîlgîn)


Axirîn daxaza me seredana Zêrevanî bû. Sibê zû de me hevpeyvînên radio u televîzyonê dirust kirin u saet 11 weke grub em çûn Zêrevanî. Ez nikarim hesten xu veþêrim bo mezindîtina xu. Min dê pêþengên mirinê yên þoreþeke ku dirêj dibe tê ji 1961 bidîta. Eve ne heycaneke hindik bû.

Bo cîbicîbûna parastina welatî, þexsiyeta netewî, þeref u heysîyetê, ruhekî þerkar divêt. Kesê ku reheta xu xera nekiriye u çi carî berdekî biçûk jî nahavêtîye dijmin, bila fetvayan nedet. Li Kurdistanê du hêzên þerkar yê heyîn ku ruhê parastinê hildigrin: êk  ji wan ewladên ji kevneþopiya riya Barzanî yên pêþmergene, yanî li vê derê Zêrevanîne, u ya dîtir jî gerîla ye. Ev herdu hêze ji qehremanan pêkdihên ku canên xwe radestî welat kirine. Heta ku ji destê min bihêt, ez nahêlim ku kes nîqaþa vê êkê biket.

 

Hezkirina welêt bi gotinan nabî. Divê mirov vê hezkirinê li nav xu hîs biket. Biçin bibînin yan jî hîç nebe teqîb bikin! Hingo dê bibînin ku hingo li beramber kîjan dêwan radiwestin. Li ber dergehê orkestrayeke êk kesî bi sirûda “Ey reqîb” pêþwaziya me kir ku eve kevneþopiyeke Zêrevanîye. Piþtre nirxên mezin li dergehê baregahê xuya bûn. Ji pêþmergeyan heta fermandeyê herî mezin general Ezîz Weysî, zincireke fermandeyan pêþwaziya me kirin. Eve bo me þerefeke mezin bû. Me çi caran ji bîr nekir ku layiqê vê þerefê bin u em dê çi caran bîr naken. General Ezîz gelek mirovekî sempatîke, lê rawestana wî gelek bi biryar e. Fermandeyên ligel wî jî herwusa bûn. Hindek ji wan wezîfedarên taybet bûn, jiber vê em nikarin fotografên wan nîþan biden.


Dema em derbasî meqema General Ezîz bûn, em hêj baþtir têgihîþtin ku em di devereke leþkirî dene. Silavdana fermandeyî, rawestana ser piya bo çaverêbûna fermanê û rênîþandanan hêla ku em îftîxar biken u di ruhê me da firtone çêbûn. Ev siruda ku  gelek salane bi dengekî nizim min gotiye, berdewam bû di mejiyê min de.

 

“Min Pêþmergey Kurdistanim
Amadey cengî meydanim
Li serî war û çiyanim...”

Nazikbûn, hakimbûna liser babetan, ew cêwê nerm di qisekirinan de hiþt ku ez heyran bimînim. Dema vexarina çayê min pirsyara mekanîzmeya biryarê kir  ji General Ezîz: Bersiva wî hiþt ku ez di heyretê da bimînim. Wî got:

“li Zêrevanî biryar bi mekanîzmayeke demokratîk dihêne wergirtin. Pêþmerge kom dibin u babet dihên nîqaþkirin u paþê biryar tê wergirtin. Paþê ev biryar dihê hinartin bo meqamên bilind u piþtre dihê pêkhînan.”

Min got “Lê di çi artêþê da demokrasî çêbabît. Biryar ji meqamên bilind dihên u bi  zincirê fermanberan bêyî dijderketin dihêne pêkhînan”. Lê General Ezîz di cî da bersiv da:

“Heta evro me mekanîzmaya xu ya biryarê bi hawayeka serkewtî pêkhînaye.”

Di vê da dirêjkirin nexoþ dibû u êdî min berdewam nekir.

Piþtî sohbeteka xoþ dor hate seredana baregayê dîtir. Komeleya fermandeyên amade u General Ezîz u em siwarî seyareyan bûn u ghîþtin meydana ku weke cihê meþq u rahênanê hatiye amadekirin. Bînayên li devera êkê û diwê bi ked û þulê pêþmergeyan hatibûn dirustkirin. Bes bînayekî ji layê Koriyan hatibû dirustkirin ku ew jî dihat fêmkirin ji xuyabûna bînayê.

Li meydana perwerdê du kesan pêþandanek pêþkêþ kirin. Herwusa derbaskirina rêzeka astengiyên leþkirî jî daxilî pêþandanê bû. Di dumahîkê da tekmîl dan fermandê u pêþandan xelas bû. (em dê fîlmê wê nîþan biden)

em derbasî hola werzîþ bûn ku têda laþê mirovan dibû wekî pola. Bo werzîþê hemî tiþt hebûn. Li wê derê me pêþmergeyek dît ku bi sere xu nizanim çend blokan þikandin. Me got çi dibe u çi nabe u me ji dîr ve silav da wî.  


Ji wê derê em derbasî xaringehê bûn. Ez gelek bi heyecan bûm u min gelek henek dikirin. Hemû kes pê dikenîya.

Piþtî xarinê dor hatibû cudabûnê. Me destê fermandeyan êk bi êk hejand u em çûn otêlên xu. Xewneka dîtir jî xelas bibû.

Piþtre êdî em vegeriyan balafiran u bo Europa.

 

Bi hêvîya hevdîtineka dîtir, hey erdê welatî!

2008-07-02

Sirac - Rehber Kekuyon (Bîlgîn)

Click image to open!
Click image to open!
Click image to open!
Click image to open!
Click image to open!
Click image to open!
Click image to open!
Click image to open!
Click image to open!
Click image to open!

 
< Paşve   Pêşve >
Bottum