|
Evro spêdê hunermendê Kurd ê navdar Xêro Abbas di gel hunermend Tîrêj seredana baregayê Fermandeya Pêþmergê Zêrevanî kir.
Li baregayê fermandê hunermendên navbirî hatine pêþiwazî kirin ji layê General Ezîz Weysî Fermandê Fermandeya Pêþmergê Zêrevanî û Emîd Xazî Salih endamê fermandê û berpirsê jimêriyarîyê.
Di runiþtinekê da berêz Ezîz Weysî bi germî bi xêrhatina hunermendan Xêro Abbas û hunermend Tîrêj kir û amaje da rolê hunermendan di warê xizmetkirina hunerê Kurdî da û giringîya pêþvebirina hunerê Kurdî yê resen.
Ji layê xwe ve hunermend Xêro Abbas got: "Hatina min bo Kurdistan ê bo min morale, min bawer nedikir ku ez dê rojekê Kurdistan ê bi vî away bînim, lê Kurdistan evro ya azade û beref pêþ diçît ji hemî layan ve, bixebata deh diwazde salan evro Kurdistan ji dewletên sed salî hatîne damezrandin pêþkeftî tir e , çawa em çavêt xwe û leþê xwe di parêzîn, divêt em wesa Kurdistan ê jî bi parêzîn, çunke evro Kurdistan bedene bu hemî miletê Kurd ".
Li dufda Fermandê Pêþmergê Zêrevanî di gel mêhvanan seredana cihê meþqa Pêþmergey kir û çendîn dîmenên leþkirî û çalakîyên komandoyî bu amadebûyan hatine nîþandan ji layê Pêþmergey ve.
Hejî gotinê ye ku hunermend Xêro Abbas Kurdê Kurdistana Surîya ye û êk ji hunermendên herî mezine di warê gotina stirana Kurdî da.
|