logo5.jpg
Menu
Destpêk
Destpêk
Daxuyanî
Nûçe
Nivîs û berhem
Hevpeyvîn
Peywendî
Album
Arþîv
Danasîn
ZANIST
Albuma Zêrevanî

Zerevani
Zerevani

Zerevani
Zerevani

Zerevani
Zerevani

Zerevani
Zerevani

Zerevani
Zerevani
Hevpeyvîn

Îro li barageha Fermandeya Pêþmergê Zêrevanî ya Kurdistan Xola 11. Îlona Mezin li rê û resmekda bi dawî hat. Di derçûna Xola 11. Îlona Mezin Genral Ezîz Weysî Fermandê Fermandeya Pêþmergê Zêrevanî ya Kurdistan bi xerhatina mêvanan kir û wusa axîfî. Amadebuwên rêzdar... Xwîþkan birayan. Sereray...

26.5.2007/Hewlêr Hewlêr/Hesen Elî/FPZ--- Me wek malpera zêrevanî hevdîtinek çêkir bi Fermandê Fermandeya Pêþmêrgeyên Zêrevanî ya Kurdistanê general Azîz Weysî re li jorê xwe li baregeha Pêþmergê Zêrevanî li Hewlêr. General Weysî, derheqa têkiliyên hêzên Pêþmergeyan bi hikumeta Bexda re û li ser...
Babetên balkêþ

Rêkefti 08-04-2010 li Fêrgeha Pilingên Pêþmergên Zêrevanî-Duhok, bi amadebûna...

Ev peyve, peyveka firensî ye û wateya wî jî x

Daxuyanî

zerevaniDi birêve çuna xola meþqa Þehîd Seîd Þêxe Numan li baregayê Fermandeya...

Nivîs û berhem

zerevaniRojî 3.5.2006  be amadebûnî niwênerî mektebî Serok Barzanî û wezîrî nawxoy Hikumetî Herêmî...

zerevaniWerziþ layenêke ke behoy ewe mîletan be cîhan denasrên cige le wey her mîletêk werziþwanî zor bêt komelgayekî tendirustî...

Arþîv
Gulistan Perwer: Her Gav Pêþmerge Bu Mîjara Me Ya Serekî Ya Strana PDF Çap bike E-name

zerevaniHunermenda Kurd ya bi nav û deng Gulistan Perwer li gel kure xwe Serxwebun seradana Baregeha Fermandeya Pêþmerge Zêrevanî ya Kurdistan kir. Piþtî çûna derveyî welat berê 29 salan, hunermenda Kurd Gulistan Perwer cara yekem tê Kurdîstan ê. Li Kurdîstan ê Gulistan Perwer gelek konsêrt dan û tînîya xwe ya welat bi seradanan þikand. Lê belê hunermenda navbang ku bi salan her gav di stranên xweda Pêþmerge kirîye mijara xwe û ji Pêþmergeyan hêz û coþ standîye, seradana cîhe kefxeþîyê kir. Gulistan Perwer bu mêvana Fermandeya Pêþmerge Zêrevanî ya Kurdistan û ew baregeh bu cîhe kefxeþîye ji bo hunermenda Kurd Gulistan Perwer. Di seradana xwe ya Fermandeya Pêþmergê Zêrevanî ya Kurdistanê da hunermenda Kurd Gulistan Perwer ji bo malpera Fermandeya Pêþmergê Zêrevanî axivî û hestên xwe li ser Pêþmergeyan û Pêþmergên jin wusa îna ziman.

Hunermenda Kurd ya bi nav û deng Gulistan Perwer li gel kure xwe Serxwebun seradana Baregeha Fermandeya Pêþmerge Zêrevanî ya Kurdistan kir.

Piþtî çûna derveyî welat berê 29 salan, hunermenda Kurd Gulistan Perwer cara yekem tê Kurdîstan ê.

Li Kurdîstan ê Gulistan Perwer gelek konsêrt dan û tînîya xwe ya welat bi seradanan þikand.

Lê belê hunermenda navbang ku bi salan her gav di stranên xweda Pêþmerge kirîye mijara xwe û ji Pêþmergeyan hêz û coþ standîye, seradana cîhe kefxeþîyê kir. Gulistan Perwer bu mêvana Fermandeya Pêþmerge Zêrevanî ya Kurdistan û ew baregeh bu cîhe kefxeþîye ji bo hunermenda Kurd Gulistan Perwer.

Di seradana xwe ya Fermandeya Pêþmergê Zêrevanî ya Kurdistanê da hunermenda Kurd Gulistan Perwer ji bo malpera Fermandeya Pêþmergê Zêrevanî axivî û hestên xwe li ser Pêþmergeyan û Pêþmergên jin wusa îna ziman.

 Ev bu 28-29 sal ez li derweyî welatim

Zêrevanî: Em wek malpera Fermandeya Pêþmergê Zêrevanî ya Kurdistan bi xer hatina we diken. Li dinyayê dema ku navê Kurdistan dihate gotin du nav dihatin bîra mîrovan: Þivan û Gulistan Perwer. Wek tê zanîn eve demekî dirêje hun li derveyî welat dijîn. Ji dema çûna we û wêve hun qet hatin Kurdistanê?

Gulistan Perwer: Ez cara peþî têm Kurdistana Baþur. Kurdistana Bakur jî piþtî 27 salan ez vegerîya bum. Ev bu 28-29 sal ez li derweyî welatim.

Zêrevanî: Cara yekemîne hun seradana Kurdîstan ê diken. Rewþa Kurdistan ê ya sîyasî, aborî, dîplomatîk û civakî gehîþte astekî bilind. We Kurdîstan çawa dît?

Pêþkeftinekî gelekî erênî heye

 

Gulistan Perwer: Min gelekî baþ dît. Gelek pêþkeftinekî berbiçav heye. Li herdere avahî tene avakirin. Bêguman zahmete mîrov ji þer û enfal û ne ji mejveye, bu 15 sal Kurd xwedî welatê xwene. Lê pêþkeftinekî gelekî erênî heye. Ev jî mîrov dilxweþ dike.

Zêrevanî: We îro seradana Fermandeya Pêþmergî Zêrevanî ya Kurdistan kir û ji layên Pêþmergê jin jî hatin pêþvazî kirin. Dema ku Pêþmergê jin pêþvazîya we kirin we çi jîyankir? Hestê we çi bun?

Em hevîdiken ku jin bêtir di nava vê sazîya me ya netewî de cîhe xwe bigren

 

Gulistan Perwer: Ez gelekî kefxeþ bum. Di dewleteka modern de jin jî parçeyê komelgênê. Bêguman jiyanek bê jin qet mîrov nikare bifikire. Tenê li welatê ku dîktatorî lê heye û bi qanunên gelek paþdamayî îdare diben jinê dixin hindir, jinê bê par diken di xebata komelgê da. Lê bêguman di civak û komelgeheka modern da divê jin rola xwe bilîze, cîhe xwe di civakê da bigre. Cihe jinê eger tunebe, ew ciwak tê we mane gelekî paþda maye û ji þaristanîya dinyaye bê par maye.

Heger Kurd dixwazin biben parçeyek ji dinyaya modern divê jin cîhe xwe di civakê da bigre. Di leþkirê Kurdistan ê da Pêþmergê jin hindikin. Hêjî jin meseleya leþkirî wek karekî mêr dizanin. Ji mesela lêþkirî bêtir jin belkî di civakêda, di dam û dezgehên dîtir da xwe bêtir nêzîk dibînin. Lê em hevîdiken ku jin bêtir di nava vê sazîya me ya netewî de cîhe xwe bigren.

Zêrevanî: We di stranê xwe da gelek caran li ser Pêþmergeyan stran xwandine. Pêþmerge ji bo Gulistan Perwer tête çi wate yê?

 

Pêþmerge sembola azadîyêye, sembola hebûna milletê Kurd e

 

Gulistan Perwer: Bêguman cihê Pêþmerge di dîrokeka me da cihekî girînge. Dîroka gelê Kurd, dîroka 60 sala ya serhildana milletê Kurd e û bi taybetî jî li Baþur cîhê Pêþmerge gelekî di dilê millet da cîhekî xwe yê gelek cuda heye.

Encama xebata Pêþmerge azadîya Kurd û Kurdistan e, xebata 60 sala encama xebata Pêþmerge ye. Pêþmerge sembola azadîyêye, sembola hebûna milletê Kurd e. Bi taybetî li Baþur rola Pêþmerge gelekî mezine.

Ew 30 sale min di hûnera Kurdî da cîhe xwe girtîye. Her gav Pêþmerge bu mîjara me ya serakî ya stranan. Ji ber ku Pêþmerge ew hêz bu ku li dijî dijmin yen ku serê xwe radikir, yên ku hem xwe hem ji milletê Kurd di parast. Ew jî cîhe kefxeþîyêye. Evroj ez li baregeha wan mêvanim û ev cîh bo min cîhe kefxeþîyê ye. Ez gelekî spas dikim.

Zêrevanî: Ji bo hatina we û hevpeyvîna we em spas dikin.

Click image to open!
Click image to open!
Click image to open!
Click image to open!
Click image to open!
Click image to open!

 
< Paşve   Pêşve >
Bottum