logo2.jpg
Menu
Destpêk
Destpêk
Daxuyanî
Nûçe
Nivîs û berhem
Hevpeyvîn
Peywendî
Album
Arþîv
Danasîn
ZANIST
Albuma Zêrevanî

Zerevani
Zerevani

Zerevani
Zerevani

Zerevani
Zerevani

Zerevani
Zerevani

Zerevani
Zerevani
Hevpeyvîn

 

zerevaniHunermenda Kurd ya bi nav û deng Gulistan Perwer li gel kure xwe Serxwebun...

Babetên balkêþ

Maria Fantappie

Serok Barzani: Nabê meseley pêþmerge têkellawî milmilanêy hizbayetî bikirî, pêþmerge mullkî hemû Kurdistane, mullkî hemû hizbekane, mullkî hemû xanewadeyekî Kurdistanîye.

Daxuyanî

Mektebî sîyasî ya PDK be rêgay dezgakanî rageyandin rolî Pêþmergey Zêrevanî Kurdistan le befriyakewtinî mal û xêzane ziyan dîdekanî lafawî heynî berz denirxênê û spasî arestey pêþmergeyan kird ke rolî berçawyan gêra, lew rûdaweda û behanay mal û mindal û xêzanekanewe :hatin, emeþ deqî...

Nivîs û berhem

Mîrov pêtîvî bi bizavê heye û dur mayîna wî ji liv û bizavê dibîte egera gelek nesaxîyen derûnî ku bandoreka ne baþ di jîyana rojaneda heye. Pêwîstîya mîrov bi liv û tevgêrê di direjayîya jîyana wî ya dîrokî dibîte egera bidestveînana gelek rê û þunin tazebu çareserîya arîþe û...

zerevaniGerdelulêk halî kird Kurdistanî wêran kird dinya le astî xamûþ bû. Gerdelûlêk bû nawî enfal û...

Arþîv
Fermandarê Giþtî yê Pêþmergeyên Zêrevan General Ezîz Weysî: PDF Çap bike E-name

Fermandarê Giþtî yê Pêþmergeyên Zêrevan General Ezîz Weysî: 

- Barzaniyê nemir ji bo min serleþkerekî nimûne ye

- Serok Barzanî û Nêçîrvan mil bi mil li gel me bûne 

- General Babekir ji bo min dibistaneke mezin e

- Em ne di wê baweriyê de ne ku careke din Kurdistan rastî xetereke cidî were

- Em ji bo parastina Kurdistanê amade ne

 

Ji Hewlêr-Baþûrê Kurdistanê

Hêvîdar Zana

Dilbixwîn Dara

foto: Hesen Alî

 

Em bûne mêvanê Serleþkerê Giþtî yê Pêþmergeyên Zêrevan General Ezîz Weysî Banî. Ew ji gundê Baniyê ye. Di 20 saliya xwe de çek hilgirtiye. Di gelek pêvajoyan re derbasbûye û ew niha di temenekî ciwan de bûye general. Ew fermandariya 23 hezar Pêþmergeyên Zêrevan dike. Ezîz Weysî ne leþker û generalekî hiþk e. Jiyana wî rengîn e. Ew di zemanê xwe yê vala de, bi zarokên xwe û geþkirina gundê xwe re mijûl e. Pêwendiyên wî, ji leþker û generalan bêhtir, li gel rewþenbîr, nivîskar û rojnamevanan hene. Ew dixwaze gundê xwe Baniyê, yê ku gelek caran hatiye þewitandin, careke din þîn bike. Keda bav û bapîrên wî di wê axê de heye, jiber vê yekê jî ew bi hezkirineke mezin, weke zarokeke xwe li Baniyê dinere.Her kesê ku dibe mêvanê wî, di gundê Baniyê re derbas dike, zevî û darên ku nû hatine çandin, gav bi gav bi wan dide nasandin. Lewma jî ew bi navê Ezîz Weysiyê Banî tê binavkirin.

Pêþmerge ne bê sîstem bû. Rêxistina pêþmerge li gora xwe bi sîstemeke xurt bû. Partiyeke xurt û bi tecrub rêberiya hêza pêþmerge dikir. Gelek efser û serleþkerên mezin di nava pêþmergeyan de hebûn.

 

zerevaniPiþtî azadiya Îraqê þêwazê pêþmergeyan cuda bû. Ji 1991 û vir ve þêwaza pêþmergetiyê ciha bû. Berê pêþmerge þerekî partîzanî dikir. Berê dem û dezgehên dewletê xerab dikirin, niiha wan dem û dezgehan ava dike. Berê li dijî destelatiyê bû, niha destelatiyê diparêze. Jiber ku ev destelatî ya miletekî ye. Berî li dijî dîktatoriyetê kar dikir, niha avakirina sîstemeke demokratîk diparêze. Jiber vê yekê ev hêzên ku nû çêdibûn, ji hêz û sîstema berê cidatir bûn. Pêþmergeyên Zêrevan di þertên anî de hatine çêkirin.

 

Ez tiþtekî din jî bibêjim, pêþmerge bû kelem ku hêzên Tirkiyê derbasî Kurdistanê nebe. Eger ku ne ji hêzên pêþmerge ba, kê bixwesta wê ji xwe re derbasî Kurdistanê biba û bi kêfa xwe dagîr bikira. Ne tenê pêþmerge, gelek teþkîlatên din jî hatine çêkirin. Di avakirina artêþa Iraqê ya nû de jî rola pêþmerge gelekî mezin e.

 

Bi kurtî hêzên Zêrevan beþekî ji hêzên pêþmergeyan e, ev hêza ku ne tenê þer dike, ew êdî bi karê parastina jîngehê û sînor jî radibe, bûye beþek ji  avakirina dewlet û civakê. Hêzên Zêrevan jî ji wan teþkîlatan e.

 

Eger xetereke cidî were ser Kurdistanê, pêþmerge xwediyê wê hêzê ye ku biparêze?

 

Em ne di wê baweriyê de ne ku careke din Kurdistan rastî xetereke cidî were.

 

Eger çêbû?

 

Eger çêbû, belê pêþmerge xwediyê wê hêzê ye. Baweriya me bi me tê, emê bikaribin Kurdistanê biparêzin.

 

Hûn girêdayî wezareta parastinê ya Îraqê ne, yan jî hikûmeta Kurdistanê?

 

Li gora destûra katî ya hikûmeta Iraqê, mafê Kurdistanê heye bi hêzên xwe, xwe biparêze, ev li gora ittîfaqa di navbera me û hikûmeta Îraqê de pêk hatiye.

Em ji aliyê îdarî ve girêdayî wezareta hundir ya hikûmeta Kurdistanê ne. 

 

Li gora em dibihîsin û dixwînin gelek hêzên pêþmergeyan çûne Îraqê jî, ew heya bi Fellûce û gelek deverên din çûne, rastiya vê yekê çiqas e?

 

Raste, di nava artêþa Îraqê de hêzên me jî hene, ew perçeyek ji artêþa Îraqê ne. Bi navê hêzên kurdî tu pêþmergeyek neçûye Îraqê. Pêþmergeyên me di nava teþkîlatên Îraqî de cihê xwe girtine.

 

Baþ e, ew pêþmergeyên di nava artêþa Îraqê de talîmatên xwe ji we distînin lê ji serleþkeriya artêþa îraqî?

 

Her pêþmergeyekî di nava artêþa Îraqê de kar dike emir talîmatên xwe ji artêþa Îraqê distîne.

 

Têkiliya di navbera we û hêzên Îraqê û hêzên Hevpeyman de çawa ye?

 

Bi giþtî têkiliyeke baþ de navbera me de heye. Hêzên Zêrevan bi xwe di çerçeveya siyaseta hikûmeta herêmê de kar dike, siyaseta hikûmetê beramber wan hêzan çi be, em jî li gora wê têkiliyên xwe birêve dibin.

 

Qet pirsgirêk di navbera we û hêzên Hevpeyman de derketine?

 

Car caran tiþtên biçûk derketine. Hinek cara þaþiyên teknîkî derketine, lê problemên kûr derneketine. Pêwendiyên me gelekî baþ in.

 

Çi ferq di navbera Pêþmergeyên Zêrevan û Pêþmergeyên din de heye?

 

Pêþmergeyên Zêrevan ji aliyê Fermandariya Leþkeriya Kurdistanê ve hatiye wezîfedarkirin ku alîkariya hêzên ewlekariyê bike. Em di gelek waran de bi karê parastin û ewlekariyê radibin. Em beþekî leþkerên Kurdistanê ne.

 

Di warê perwerdekirina leþkerî de qet ji derve tu aliyan alîkariya we kiriye, weke Hêzên Hevpeyman?

 

Heya niha kesekî di warê perwerdekirinê de alîkariya Pêþmergeyên Zêrevan nekiriye. Lê di nava me de gelek kesên xwedan dîplomayên bilind hene, hinek hene du zanîngeh qedandine, hinek hene demeke dirêj ligel Hêzên Hevpeyman kar kirine. Lê em hewl didin di vî warî de hinek têkiliyan çêbikin. Belkî di warê teknolojî de tecrûbeyên me zeîf bin, lê ji aliyên din ve tecrûbeyên Pêþmergeyên Zêrevan gelek e. Jiyanê em fêrî gelek tecrubeyan kirin. Pêþmergeyên me di gelek waran de þareza ne, têgihîþtî ne.

 

Hêzên zêrevan perwerdeyeke Akademîk dibînin gelo?

 

Belê. Akademiya Zaxo ya leþkerî bi karê perwerdeya leþkeran radibe. Wekî din jî gelek pêþmergeyên me hene ji 30 salî zêdetir leþkerî kirine. Tecrubeyeke mezin li pey me heye.

 

Diyare hûn amadekariyên avakirina artêþekê dikin...

 

Em ji berê de artêþ in. Parastina Herêma Kurdistanê barê ser milê me ye. Dema ku xeterek li ser Kurdistanê hebe, emê bi hemû hêza xwe ve parastina wê bikin.

 

Tu bixwe tucaran rastî sûikast an jî êrîþên bi armanc hatiye?

 

Gelek caran hewla kuþtina min hatiye kirin. Ew kesên ku nexwestine Kurd azadiyê bibînin û îstîqrar li vir çêbibe, xwestine tiþtên wiha bikin, lê biser neketine û hatine girtin. Lê bi awayekî giþtî jiyana me her di xeterê de ye. Ez li gel pêþmergeyên xwe gelek caran rastî xeterê hatime.

 

Kurdên ji beþên din yê Kurdistanê jî dikarin bibin endamê hêzên zêrevan?

 

Eger ew ji ber hinek sedeman hatibe vir û bûbe hemwelatiyê vir, dikare bibe zêrevan.

 

 

Li gora tecrûbeya te ya þexsî, þertên serkeftineke leþkerî çi ne?

 

Bawerî, têgihîþtina armancê û girêdana bi armancê ve, dilovaniya li hember gel bingehên serkeftinê ne. Her wiha leþkerê serkeftî, xwediyê çand û kultûreke berferehe jî. Zanebûna dîroka þeran, dîroka gelan, þarezabûna di warê civakî de, naskirina psîkolojiya civakê û gelek taybetmendiyên din pêwîst in. Fedekarî pir girîng e.

 

Em dixwazin derbasî beþê diwemîn yê hevpeyvînê bibin. Ji bo me derfet çêbû ku em çavdêriya jiyana te ya malbatî jî bikin. Diyare te mêzêneke baþ di navbera jiyana leþkerî û medenî de çêkiriye. Ne zehmete ku tu di nava leþkeran de leþker û di nava zarokên xwe de jî bavekî dilovan bî?

 

Eger mirovek psîkolojiya leþkeran baþ nas bike, ew di ruhê xwe de pir dilovan e. Mirovê leþker ne ew e ku di aliyê xwe yê hisî de qels be. Ev yek ji aliyê zanistî ve hatiye îsbat kirin.

 

Dema ku tu li mal dimînî, tu zemanê xwe bi çi awahî li gel zarokên xwe derbas dikî?

 

Ez ji wan hez dikim. Hewl didim ku heyfa wan rojên ku ez ne li mal im, hilînim. Ez pir bi wan re mijûl dibim. Ew bixwe pir muhtac in ku ez li gel wan bim. Ez gelekî ji wan dûr mame, niha dema ku ez diçim malê ez dixwazim baca wê demê jî bidim. Ez dixwazim zarokên min çavvekirî bin, xwedan biryar bin. Divê ew baweriya xwe ne tenê bi serleþkeriya min, lê bêhtir bixwe bînin. Ez wan fêrî vê yekê dikim. Belkî îmkanên min têra jiyana wan bikin, lê ez herdemê ji wan re behsa zorî û zehmetiyên jiyanê dikim. Ez wan fêrî xizmeta gel û welat dikim.

 

Tu hez dikî ku zarokên te jî bidin pey þopa te û bibin pêþmerge?

 

Ez dixwazim ew bixwe vê biryarê bidin. Ew di pîlankirina pêþeroja xwe de azad in. Hêviya min ew e ku bixwînin. Eger ku þertên welatê me ne wiha bana, dibe ku ez jî nebûma pêþmerge. Lê em mecbûr in.

 

Tu ne poþmanî ku tu bûyî pêþmerge?

 

Nexêr. Ez kêfxweþ im ku me sîstemeke leþkerî ya baþ danî, me bingeha artêþekê danî û me pêþmergeyekî wiha afirand ku niha nimûneye. Min bixwe ev hêza leþkerî ji binî ve bi awayekî modern ava kir. Gelek caran dema ku leþkerên Emerîkî têne cem me, li fedekarî û sîstema me ya leþkerî ecêb dimînin.

 

Dema ku jiyana te ketiye xeterê, berî hertiþtî çi hatiye bîra te?

 

Di wê kêliyê de ez bi tenê li reaksiyonê fikirî me. Pirsa ka çi lazime were kirin, ketiye serê min. Ez ji vê pê ve li tiþtekî din nefikirî me. Ne malbat û ne jî zarok hatine bîra min. Ez vê jî bibêjim ku ez tucaran ji mirinê netirsiya me. Di þerê azadkirina Iraqê de, ji bo azadiya gelê xwe ez bi eþq çûme ser mirinê, lê þehadet nebû para min. Lê herdemê çavên min li pêþ bûne, ne li paþ bûne. Ez mirineke normal naxwazim, mirov her dimre, lê ez hez dikim ku þehadet para min be. Ezê qet ne razî bim ku ez bi hêsanî bimrim.

 

Tu kîjan serleþkerê navdar ji xwe re weke nimûne dibînî?

 

Barzaniyê nemir ji bo min serleþkerekî nimûne ye. Li dinyayê tevî kêm serleþkerên wekî wî hene. Eger mirov bikaribe hinek ji taybetmendiyên wî nas bike û pêk bîne, wê mirov bibe serleþkerekî baþ. Her wiha Serok Barzanî û Kak Nêçîrvan jî, ne bi tenê di karûbarê siyasî de, lê ew di karê leþkerî de jî serleþkerên jêhatî ne. Gelek caran di rojên pir teng de, Serok Barzanî û Nêçîrvan mil bi mil li gel me bûne û ji me re bûne nimûneyên fedekariyê. Her wiha Serokerkanê Artêþa Îraqa Federal, General Babekir ji bo min dibistaneke mezin e. Ez ji wî fêrî gelek tiþtan bûm. Demeke dirêj ez pir nêzîkî wî bûm û me gelek rojên teng li gel hev derbas kirin.

 

Tu dizanî xwarinê çêbikî?

 

Dema kes li malê nebe ez xwarina xwe bixwe çêdikim.

 

Tu çi çêdikî?

 

Þorbê çêdikim.

 

Em hêvî dikin, xwarina zêrevanan ne bi tenê þorbe be...(Em bi hev re dikenin)

 

Tu li kîjan hunermendî/ê guhdarî dikî?

 

Ez li gelekan guhdarî dikim, lê pir ji Þivan hez dikim. Ew bixwe dostê min e. Lê bi giþtî ez li gelek hunermendan guhdarî dikim.

 

Em spas dikin ku we zemanê xwe da me û em hêvî dikin ku hûn her serkeftî bin.

 

Ez jî spasiya we dikim û hêvî dikim hûn demeke xweþ li Kurdistanê derbas kin.

 

Têbinî: Ev hevpeyvîn di malpera AVESTA de hatiye belavkirin

Click image to open!
Click image to open!
Click image to open!

 
< Paşve   Pêşve >
Bottum