|
Liv û bizav ji taybetmendîyên jîyana mîrov ku di kurayîya sirûþta wî de dibîte egera têgehîþtin û tendurustîya mîrowan.
Mîrov pêtîvî bi bizavê heye û dur mayîna wî ji liv û bizavê dibîte egera gelek nesaxîyen derûnî ku bandoreka ne baþ di jîyana rojaneda heye. Pêwîstîya mîrov bi liv û tevgêrê di direjayîya jîyana wî ya dîrokî dibîte egera bidestveînana gelek rê û þunin tazebu çareserîya arîþe û girîftên di jîyanê de.
Perwerda cismî ya werzîþê di jîyana dîrokî ya mîrov da bi þêwazen cura cur xwe daye pêþ û nîþandan. Werziþen îro wêneyên reng bi reng ji fealîyeten fîzîkî ya perwerde rohî rewanîya cismê beþerîye, ku di çarçuve nîzama perwerdeyîya her cîvakekê, wêray nirxên kesî û civakî dibine egera çebuna perwerdeya fîkrî û fîzîkî ya koma zarok û ciwanan.
Perwerdeya cismî û werziþ beþeke girêdeyî bi perwerde û ferkirnê we emrozeke bu pêgehandina tendurustîya fîzîkî û derûnî. Pewîste nezikbun di barê perwerdeya fîzîkî ne li ser bingehê bê bayexî û dem kujî yê bît. Berwe jî pêwîste ku mîrov wê yêkê tekoþîneka girîng ya jîyanê bibînît. Ji ber ku bandore li ser gelek babetên jîyanê weku layenê tendurustîya derûnî û cismî, pêþkeftina kesî û ciwakî û her wusa ûeywendîyên durust yên komalayetî.
Belgeyên dîrokî ewê çendê piþtrast diken ku gelên xwedan þaristanîyet bayêxekê girîng bi alîyê werziþê dane û di gelek babetên jîyanê ji wê yêkê behremend bune, weke babatên piziþkî, parastin û çekirna nîzamen pêþkeftîtir.
Lekolîna li ser dîroka gelên pêþîn û serdem derdikevît ku xebat û tevgêra mîrovayetîyê pêþîneyek dîrokî heye. Li wir derdikewe ku dewama jîyana gelên seretayî bê liv û tevgêr nedibu. Binêrîn fenên wekî rîm hawêjî, tîr û kewan, zuran bazî, gerîyana dinaw çîya û þikewtan... her wesa çendîn mîsalên di îsbatdeket ku heta çi radeyek fealîyêtên fîzîkî girîngîya xwe di berdewam buna jîyana gelanda heye.
Di ser demê îro da bi egera girîngîya ew babetane, li ser bingehê gerdannasî û ciwaknasîyê berpirs û karnas xebatê diken bo damezrandina bernamên zanîstî yên werzîþ û perwerda fîzîkî. Ew bernamê ku di jîyana malbatî û perwerdeyêya çînin serdem û dahat cîh digrin.
Ji bo wê yêkê jî pêwîste ku em wekî gelekê xwedan dîrok û xwedan þarîstanîyet ji van nîrx û destkeftîyên hatine berçav xwedî derkevîn. Û her wusa bi hêztir berev pêþ ba, serkeftinen taze xebata xwe berdevam biken heta ku zarok û ciwanen welatê me bi cism û fîkraka bi hêz beramber arîþên jîyanê rawastib û serê xwe beramber her arîþeyekê xar neken. |