|
Me wek malpera zêrevanî hevdîtinek çêkir bi Fermandê Fermandeya Pêþmêrgeyên Zêrevanî ya Kurdistanê general Azîz Weysî re li jorê xwe li baregeha Pêþmergê Zêrevanî li Hewlêr. General Weysî, derheqa têkiliyên hêzên Pêþmergeyan bi hikumeta Bexda re û li ser têkoþîna li dijî tîrorê axivî.
General Azîz Weysî got ku hemu xebatên li ser rêveberiya Bexdayê, di çarçoveya destura bingehîn ya Iraqa Fîderal da têne meþandin. General Weysî tewrê hikumeta Iraqê rexne kir ku ew hêþta jî naxaze hêzên Peþmergeyan weku parçeyekî ji Arteþa Iraqê bibîne. Weysî wusa axivî: "Çi bo artêþa Iraqê tê, divê bo Peþmergên Kurdistanê jî were. Ji aborîya artêþê heta hemu cure çekan, divê Pêþmergên Kurdistanê jî para xwe ya bi adalet bigrin. Belê, însanên me bi manewiyateka bilind kar dikin, ne ji bo diravê wê, bes bo þerefa wê bûne Peþmerge. Dîsa jî, divê hikumeta Iraqê bi adalet bi. Me bi gelek îmkanên biçûk, li dijî tîrorê þer kir û em serkeftî ne jî. Me li ser tecrubeyên xwe Kurdistan kir cihekî emnî û bi îstîqrar. Û em dê berdewam bin di vî karê pîroz da."
Em ew hevpeyvîna bi general Azîz Weysî re li jêr pêþkêþî xwendevanên xwe dikin:
Zêrevanî : Birêz Kek Azîz Weysî, , we wek Fermandê Pêþmergên Zêrevanî ya Kurdistan ê hindek gav avêtibû ji bo ku hêzên Pêþmergê Kurdistanê bikeve ser Wezaretî Bergirî yê Iraq. Ew rewþ evro çi merhalê da ye?
General Azîz Weysî : Hevdîtin û xebatên me berdewam in ligel Wezareta Bergirî ya Iraqê. Bes heta niha hêþta negêhîþtine netîceyekî. Hemî tiþt di çarçoveya destura bingehîn de têne meþandin. Gelek tiþt hatin kirin û baweriya min ew e ku em gelek nêzîk de bighêjin netîceyekî.
Zêrevanî : We biryar hebû tevlî Plana Ewlekirina Bexda bibin, û hêzên Kurda têvlê vê planê bûn. Gelo heta niha tu guhertin hatine çêkirin yan na? Ev beþdarbûna we çi tesîr kir li ser rewþa emnî ya Bexda?
General Azîz Weysî : Ez vegerim ser pirsa we ya ewil. Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ku niha li Bexda ye, ji bo heman armancê çûne da ku bighêjin îttîfaqekî di navbera xwe û hikumeta Bexda. Û ez bawer im ew arîþe bête çareser kirin.
Bo mesela Pêþmergên Kurdistanê ku li Bexda ne: Tu Pêþmerge li ser navê Herêma Kurdistanê neçû Bexdayê, ê ku çûne Bexdayê leþkirê Iraqê ne. Ew hêzên ku niha li Kurdistanê peywirên xwe pêktînin, ji bo wan jî hemu Iraq vekirî ye ku her navçeyek ku pêwîstî pê hebî biçin karê xwe yê leþkirî bikin bo emnîyeta Iraqê. Ew qewetê ku ji wê re çûne hemî zanibûn ku ne li ser me ne, û ji cemawerekî gelek baþ hatibû hilbijartin ku ew dur bîn ji þerê bîr û bawerî, dur bûn li þerê neteweperestî, dur bun li þerê qewmeperestî û dînperestiyê. Ewana çûbûn wêderê ku qanun berqirar bibe li Bexda. Ew telîmatên ku ji bo wan hatine, bi taybetî ji Wezareta Bergiriya Iraqê, ji Lijna Emnî ya Bexda, di derheqa cîbicîkirina plana emnî ya Bexda ne. Niha jî hemû gehîþtine wê armancê, gehîþtine wê noqta bilind ya aksê berê. Yên ku berê digotin çênabe ew qewet were, em li dijî wê qewetê ne, niha jî dibêjin hêj ew qewet zêde bibin, berdewam bibin, -daxwazên bi vî awayî gelek zêde ne. Belê, ew li wê derê belku bi navê pêþmerge kar dikin û ew jî bo me þerefek e. Bes qewetên ku çûne wêderê, wezîfê wan pêþmergayetî nebû; wezîfê wan karê leþkerî yê Iraqê bû. Çûne wêderê, karê xwe kirine û serkeftî bûne. Ji ber ku ew exlaq, ew manewiyata pêþmergê di wan da bû. Ruhê pêþmergayetî hêlaye ku di wê berz û bilindahiyê da karê xwe bikin.
Zêrevanî : Gelo tu cebirxane ji leþkirê Iraqê bo Pêþmergên Kurdistanê hatiye?
Azîz Weysî : Heta vê gavê nehatiye. Ji ber ku îtîfaq nehatiye kirin li ser ew beþên ku li ser Kurdistanê bimînin. Ew hevdîtinên ku têne kirin ez bawer im dê bighên encamekî. Madem ku Pêþmerge beþek e ji leþkirê Iraqê, pêwîst e hemû techîzatên leþkirî li gorî wê bêne parvekirin. Eger sed kalaþnîkov bên bo artêþa Iraqê, divê 17 kalaþnîkov bo Pêþmergê bin. Eger sed helîkopter bên bo artêþa Iraqê, divê 17 helîkopter bo Pêþmergê bin. Divê ev werin qebul kirin, ew mafê leþkirê Kurdistanê ne.
Zêrevanî : Gelo tu pirsgirêk di navbera we û Wezareta Navxo yan Wezareta Bergirî ya Iraqê de çêbûye?
General Azîz Weysî : Ew bi xwe pirsgirêkek e ku tu peywendiyên me ligel wan nînin. Hîç îtiraf nehatiye kirin ku Pêþmergên Kurdistanê parçeyek e ji leþkirê Iraqê. Ew bi serê xwe pirsgirêkek e. Pêþmerge evro bes bi bîr û bawerîya xwe, bi îradeya xwe, bi manewîyata xwe ya bilind karê xwe yê ewlekariyê pêktîne. Û di þertên gelek zehmet û dijwar û di nav gelek bê îmkaniyet da. Di çarçoveya Iraqê de îmkanyet û jiyana Pêþmergên me ya herî nexweþtir e, kesê ku dahatê wî ji hemuya kêmtir e di Kurdistanê de, û kesê ku ji hemuya zêdetir zehmet dibîne, Pêþmerge ye. Û ji bilî vê, ew bi xwe herdem hedefa dijminan e. Wekî min gotibû, Pêþmergên Kurdistanê bi bawer e ku bergiriya axa welatê xwe dike, ew nehatiye ku bi Pêþmergayetî dewlemend be. Ew hatiye ku bi þereftirîn û serbilindtirîn mirovê netewa xwe be.
Zêrevanî : Eger dijminekî êrîþ bîne ser Kurdistanê, hûn bawer in bi serkeftina hêza Pêþmerge?
General Azîz Weysî : Pêþmerge îrada wê gelek biqewet e. Bawerîya wî xurt e. Evro ji her wextî zêdetir bi armanca xwe ve girêdayî ye. Gehîþtiye wê qenaatê ku, her çi êrîþ were ser heqê jiyana Kurdan, ser Kurdistanê; bo serkeftinê çi qurban pêwîst be Pêþmerge amade ye bide. Baweriya Pêþmergê, di aliyê zanistî de jî gelek pêþketî ye, ne wekî berê ye. Têgihîþtina wî gelek bilind e, û li gorî wê fidakariya wî jî. Ez dibêjim, kesê ku destê xwe dirêj ke bo Kurdistanê, Pêþmerge dê wî destî poþman dike.
Zêrevanî : Rolê Pêþmergê Zêrevanî bi taybet bo þerkirina li dijî tîrorê da çi ye?
General Azîz Weysî : Em parçek in ji Pêþmerge û ji qewetên emnîyeta sînoran. Di herdu aliyan de jî em kar dikin. Rolê Pêþmergên Zêrevanî di vir de gelek diyar e. Gel ewî teqdîr dike ka dewr û rolê Zêrevanî di warê emniyetê da çi ye û çi nîne. Herçend ku Hikumeta Iraqê beþa aborî ya desturî bo Pêþmergên Kurdistanê heta evro neþandibe jî, bi bêîmkaniyetên xwe me heta evro di asta herî bilind da serketine li dijî tîrorê. Herçend dijminê Kurda û grupên tîrorê Kurdistanê ji xwe re bikin hedef jî, dost û dijminê me jî mecbur in vê îtîraf bikin ku Kurdistan evro cihekî emîn e di saya Pêþmergên Kurdistanê de.
|