|

Maria Fantappie
Gelek pirsiyar li derbarey pêþmerge dihêne kirin û her layenek li dûv heza xwe, pênaseya pêþmerge dike. Hindek berpirsên kurd dibêjin "hêzeka nîzamî ye û herêmê diparêze", hindekên dî jî wek "supayê Kurdistanê" bi nav dikin. |
|
|
Rojî 3.5.2006 be amadebûnî niwênerî mektebî Serok Barzanî û wezîrî nawxoy Hikumetî Herêmî Kurdistan û parêzgarî Hewlêr û niwêneranî supay Emrîka û Koriya û jimareyek le Fermande û berpirsanî hizbî û hikumî û leþkirî û çend kesayetîyekî Erebî deverî Mexmur, le rê û resmêkda kotayî bexolî meþqî serbazî Xolî 26 î Gulan hat kenizîkey 300 Pêþmerge têda beþdarbûn. Seretay merasîmeke be sirodî Ey Reqîb û deqîqek westan bo rêzgirtin le gîyanî pakî þehîdan û serwerîyan Barzanî nemir û kake Îdrîsî hemîþe zindû destî pêkird, paþan le layen Pêþmerge beþdarbuwekanî xolekewe le rêroþtinêkda nimayþêkî serbazîyan encamda û diwatir çendîn çalakî tirî serbazî nimayþkira ke birîtî bûn le rahatin leser corekanî bergirî ke legel barudoxî raperandinî erkekanî emroda bi guncê wek þêwazî bergirîkirdin dijî tîror û kirdey tîroristî. |
|
|
Mêjûyekî dûr û dirêje neteweyek xewn be geyiþtin be awat û amanc û mafe neteweyekaniyewe debînêt, mêjûyeke qurbanî bo dedat û berxudanî le pênawda dekat. Em xewne xewnî neteweyeke qultir le xewnî gotiyekan, maddekan (Amed) qultir le xewnî keyxesrew þah bo hênanedî awatî Qelay Dimdim bo welatî Beyazîd, bo awatî Ehmedî Xanî ke çon be balay kesayetî û nawdaranî kurdda gotûyetî. Xewnî amanc û awatekanî neteweyek ke çendîn kesayetî mezinî Kurd le pênawîda serînayewew negeyiþtine bînînî rojî rûnak, hemîþe þoriþekanî Kurd le pênaw rizgarbûn û bedest hênanî azadî û mafekanî buwe le jêr destî dagîr keran. |
|
|
Werziþ layenêke ke behoy ewe mîletan be cîhan denasrên cige le wey her mîletêk werziþwanî zor bêt komelgayekî tendirustî debêt cige lewaneþ le biwarî serbaziye we liþkirî nizamî pitir pêwîstî be werziþ heye be lam çon core werziþêk. Bêguman werziþ hemû layanekanî besûde belam baþtirîn werziþ ke biwarî serbazî sûdî lê bibînê werziþekanî cengî weku Taek Wan Do Þawlîn û Aekîdo we hendêk werziþî tirî lem cure be taybetî Taek Wan Do. Çunke bine mayekanî zortir deguncê legel biwarî serbazî. Em werziþane lêhatûy mirov ziyatir dekat we cesteyekî çust û calak debexþî. Emeþ hoy serekî serkewtûyî her leþkirêke ke debîte mayey serkewtin. Bîrîþ man neçêt mirovî werziþkar ew perî birwa be xobûnî têda dirûst debê. |
|
|
Beyanîyêk ke hêþta kezîwey nedabû xor, beyanîyêk bayî seher helîkirdiwe be ser gul û gulzarî beharî Kurdistanim, gule kanî behar goranî delên bedem mindalanî dê yekem pideken bangî heng deken bo mijînî þilekaniyan. Em denge dengî keleþêre le banêkî zu bangî xawenkey dekat û heste katî kar kirdine zewî le çawerwanî daye, mela bedem bangewe kotire kîweyekanî ser bilindgoy mizgewt hel defirînêt, em denge dengî mindalêke bo qumê þîr degirêt. Bonî em gulane dilî kanî pirkirdiwe le awat û umîd dêkem zor ciwane! Xemlawe be bîbun û nêrgizu kinêru þehla dinyayan pirkirdiwe le xoþîw kameranî be taybetî em þewe ke þewî xene bendanî kiçe kurdêke ke bo beyanî debêt be bukî razawî Kurdistanim. |
|
|
|